Ji devê şahidan Qetlîama Başbaglarê

Mehmet Kayayê ku di dema qetlîamê de 12 salî bû qala wê rojê kir û îfade kir ku wê demê bi tevî kesekî yê bi navê Yahya diçûn gund û ji teref kesên çekdar, cilên yekreng û komeke bi rozet pêşîya wan hat girtin.

Kaya di axavtina xwe de weha got, “Wan terorîstan ji me pirsîn ku em ji ku derê tênê û diçin li ku derê, van ‘erdan aîdê kê ye. Kekê Yahya jî ji wan re bersiv da û got ku ‘li vê derê pêşî ê Xwedê ye dûre ê dewletê ye. Piştî ê dewletê jî yê me ye.’ Wê koma ku pêşîya me girt ji me re weha got, ‘Emê li vê derê dewleta Kurdistanê ava bikin, van cihan yê me ne. Hûnê zarokên xwe êdî neşînên leşkerîyê.’ Û ji me re gotin ku em ê werin bi gundîyan re xeber bidin. Di nav çend deqîqeyê de komeke qelebalix jî hat cem me. Me tevî hev anîtin gund. PKKyîyan ji me pirsîn ku xelqê gund li ku derê ye. Ji wan re hat gotin ku çûne mizgeftê nimêj dikin. Ew jî ji wan re ‘bila bikin, bila bikin..’ got. Kalê min jî li mizgeftê bû, dema ku ez li alîyê mizgeftê çûm min pîra xwe dît. Di serê wê de xwîn diherikîya; bi qûndaxa keleşkofê li serê wê xistibûn. Ji me re rê nedan ku em biçin li alîyê mizgeftê. Me hemûyan li newalê kom kirin. Zêr, zîv û tiştên bi qîmet ên pîrekan ji wan komkirin û dizîyan. Dest bi şewitandina erebe û xanîyan kirin. Xanîya ku dîya min jî tê de bû şewitandin encax di pişta xanî de derketinek hebû û ji li wê derê derdiketin û li alîyê çîya direvîyan.

Mehmet Kaya

Kesên ku li alîyê hindirê gund diçûn jî ceryanan qut dikirin û gule li ber serê birîndaran berdidan. Di navbera şehîdan de hevalekî min ê 13 salî jî hebû, di nav xanîde şewîtî û mir. Apê dîya min jî bi şewatê mir.”

Kaya di berdewama axavtina xwe de bi bîr anît ku qetlîam di 5ê Tîrmehê sala 1993yan de di seat 20.00an de di dema nimêja mexrîbê de pêk hat, cenderme jî roja dinê di seat 13.00an de hat gund.

Kaya di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku ew digel vê qetlîamê ji herêmê dernekevin, de’wa xwe bidomînin. Kaya, bal kişand ku ew bawer dike ku wesyetê şehîdan jî di vê şeklê de bibûna.

Îlyas Parto

“Birîndarên ku li cem min bûn û ji min avê dixwestin hebûn lê ez nikaribûn biçûma cem wan”

Îlyas Partoyê ku di dema qetlîamê de li Stenbolê bûye, qal kir û roja dinê haya wan ji qetlîamê çêbûye encax ji ber şertên wê demê dikaribûne ku roja dinê biçûn û roja dinê derketine rê.

Parto di axavtina xwe de weha got, “Mixtar jî di nav wan kesên ku bi birîndar hatine xelaskirin de bû, ew ji min re got, ‘Birîndarên ku li cem min bûn û ji min avê dixwestin hebûn lê ez nikaribûn biçûma cem wan’. Roja dinê ya qetlîamê dewlet hemû pîrekan ji gund tehlîye kir. Xûşka min û dîya min jî şîyandine Stenbolê. Em jî wê çaxê ji Stenbolê dihatin gund, dema ku em hatin êdî cenazeyan defn kiribûn. Wexta ku em hatin me jî şîyandin Stenbolê.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.