Ji doh heta îro bi wêneyan Mizgefta Kurşunluyê

Ji doh heta îro bi wêneyan Mizgefta Kurşunluyê

DİYARBEKİR - Li Zanîngeha Dîcleyê di derbarê Mizgefta Kurşunluyê ya ku ji ber şerê navçeya Sûrê zirarê dîtibû bi serenava ‘Ji doh heta îro bi wêneyan Mizgefta Kurşunluyê’ pêşangehek hat lidarxistin.

Li Zanîngeha Dîcleyê di derbarê Mizgefta Kurşunluyê (Fatîh Paşa) ya ku li navçeya Sûra Diyarbekirê ji ber qedexe û pevçûnan zirarê dîtibû de bi serenava ‘Ji doh heta îro bi wêneyan Mizgefta Kurşunluyê’ pêşangehek hat lidarxistin.

Di pêşandeha ku li Fakulteya Perwerdehiyê hat lidarxistin de dîmenên Mizgefta Kurşunluyê ya ku di nabeyna salên 1940-2016an de hatiye kişandin hat pêşandan. Ev pêşangeha ku xwendekar û akademîsyen beşdar dibin dê 5 roj bidome.

Erkedarê Hindekariya Beşa Karûbarên Wêneyan ê Fakulteya Perwerdehiyê Doç. Dr. Îrfan Yildiz di derbarê pêşangehê de agahî da. Yildiz destnîşan kir ku exlebê van wêneyan ji teref wan ve hatiye kişandin.

“Dema me vê pêşangehê lidarxist me xwest ku em doh dûbare bi însanan bidin jiyandin”

Doç. Dr. Îrfan Yildiz diyar kir di pêşangehê de bi tevahî 26 wêne dane nîşandan. Dûvre Yildiz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wêneya me ya yekem danasîna giştî ya Mizgefta Kurşunluyê dike. Ji ber ku Mizgefta Fatîh Paşayê ya ku ji teref Mîmar Sînan ve wek şemaya planê ya bi qubbe hatiye sazkirin û di vî warê de pêşengî dike gelek girîng e. Di pêşangehê de wêneyên ku cepheyên hindur û derve dide nîşandan hene.”

 “Mixabin deriya textîn ji bilî ve bûye rejî”

Yildiz destnîşan kir ku Mizgefta Kurşunluyê di bûyerên ku di salên 1810an de pêk hatiye de zirarê dîtiye. Dûvre Yildiz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di salên 1810an de bûyer diqewimin û Mizgefta Kuşunluyê gelek zirarê dibîne. Di lîkolînên me de tê dîtin ku deriya textîn şewitiye û di sala 1840an de ji nû ve hatiye sazkirin. Mixabin di bûyerên terorî yên ku îro diqewimin de tê dîtin ku deriya textîn ji bilî ve bûye rejî û bi ciyê civînê re dîsa derebeyên textîn yên ku ji salên 1800an maye hatine rakirin. Tişta ku ez jê herî zêde bandordar bûm ew bû ku deriya mîhrabê ya ku ji mermerê hatibû çêkirin hatiye texrîb kirin.”

 “Însan bi çanda xwe dijî û bi vî çandê re nifşa ku dûvre tê bandordar dike”

Yildiz diyar kir ku çi dibe bila bibe divê ku mirov dest dirêjê mabed û perestgehên însanan neke. Yildiz wiha pêde çû: “Lewra ev hebûna çandiyê ye. Însan bi çanda xwe dijî û bi vî çandê re nifşa ku dûvre tê bandordar dike. Nifşên ku dûvre tên jî wisa dijîn. Heke hûn bixwazin vî civakê ji holê rakin rêya vê yekê ya herî hêsan ew e ku çanda wan ji holê were rakirin.” (ÎLKHA)

 





























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.