Ji Edîp Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah peyama Eyda Qurbanê

Ji Edîp Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah peyama Eyda Qurbanê

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş di peyama ku ji ber minasebeta Eyda Qurbanê belav kir de eyda Mislimanan tebrîk kir û diyar kir bila ev eyd bibe wesîleya rizgariya ummeta Îslamê.

Ji ber minasebeta Eyda Qurbanê ji teref Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş ve peyamek hat weşandin. Di peyama ku  hat weşandin de eyda temamê Mislimanan hat tebrîkkirin û bal hatin kişandin li ser rewşa bi keser û bi elem a ummeta Îslamê.

Gumuşê ku peyam weşand ji xortan re wisa tewsiyeyan kir “Xortên me divê bi xwendin, jiyan û micadeleya Îslamî  leystikên kafiran xera bikin. Ger xort di vî warî de bi ser kevin, ew ê wê demê xwe, birayên xwe û derdor û civakên xwe ji şerrê van şeytan û terefdarên wî xelas bikin.”

Di peyama ku bi 135emîn ayeta Sûreta Baqarayê  “...Bibêje:Naxêr! Em tabi’ê dînê henîf a Hz. Îbrahîm in. Ew ne ji mişrikan bû.” destpêkir de Gumuş wisa got: “Di serî eyda malbatên me yê şehîd, girtî, muhacir û bi giştî jî ya temamê birayên xwe û Mislimanên cîhanê pîroz dikin û em hêvî dikin ev eyd bibe wesîleya rizgarbûna ummeta Îslamê”.

Gumuş di berdewama peyama xwe de wisa got: “Exlebeya ummeta Îslamê di bin zilmê de mucadeleya jîyanê dide û beşek mezin jê jî di nav tunebûn, tîbûn û birçîbûnê de hewil dide bijî. Digel van, xerabûnên exlaqî jî wek meseleyeke cuda hebûna xwe didomîne. Li dijî van zilm, planên şeytanî û xerakirinên ku di hedefa wan tefandina nûra Îslamê heye, Misliman  xwe bi hev nagirin û sefeke jidayî pêk nayînin û bi hev re berberiyî dikin û di pey malê dinyayê de bazdidin û di warê fikrî û amelî de xera dibin ku temamê van tiştan dibin sedem ku ew deriyên zafer û alikariya  ku Xweda ji me re we’ed kiriye dereng bimîne. Divê em wek Mislimanan ji bo ji vê tevlîheviyê û ji rewşa asê derkevin rewşa xwe islah bikin.”

Ez dixwazim ku birayên me yên xort di warê bi cî anîna mesûliyeta Îslamî de hesastir bin

Gumuş di berdewama peyama xwe de diyar kir divê xortên Misliman amelên ku pê riza Xwedê bi dest bixin bikin  û di warê bi cî anîna mesûliyeta Îslamî de hesastir bin. Gumuş dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “ Law û qîzên me yên xort, divê Qur’anê û sunnetê bijîn, divê ji xwe re esasên bingeh ên vî dînî bixin rêber, divê xwe ji wan wasitayên herî biçûk ên ku ew ê wan bibin ber bi guneh û heraman mihafeze bikin  û divê bi ezm û cehdeke mezin hewil bidin da ku rizaya Rebbê xwe qezenc bikin. Ez ji birayên xwe xort teleb dikim ku li dijî swan hicûm û leystik, xapên manewî û maddî yên ku pê tê xwestin dijminên Îslamê me pê ji holê rabikin hişyar û haydar bin. Ji ber ku leystik û hîle zêdetir ji ser xortan tên tezgahkirin, divê xortên me bi xwendin, jiyan û micadeleya Îslamî leystikên kafiran xera bikin. Ger xort di vî warî de bi ser kevin, ew ê wê demê xwe, birayên xwe û derdor û civakên xwe ji şerrê van şeytan û terefdarên wî xelas bikin.”

 

 “Em hewil bidin da ku em Rebbê xwe, Pêxemberê xwe û muminan razî bikin û dîsa em hewil bidin da ku em leystikên şeytan û dostên wî xera bikin.”

Di berdewama peyamê de qala ji teref malbata Hz. Îbrahîm ve qurbankirina Hz. Îsmaîl hat kirin û derheqê mijarê de wiha hat gotin: “Ew amadehiya ji Xwedê re qurbankirina Hz. Îsmaîl yê Hz. Îbrahîmê ku bûye wesîle Eyda Qurbanê ji me re bê hediye kirin, ew quwweta îmanê ya  ku Hz. Hacera ku hêj di serî de bi gotina ‘ma Rebbê te vê yekê ji te re gotiye?’ nîşan daye û ew hazirbûna li ber fermanê yê Hz. Îsmaîl; divê ji malbatên me re ji bo her şert û hawirdorê bibin mînak û em teleb dikin ku malbatên me bi heman awayî fermanên Xwedê bi cî bînin, bi vê şiûr û manewiyatê bijîn û xizmetên xwe bidomînin. Divê em di bergeha pîvanên Îslamî de malbata xwe mihafeze bikin, divê em dîsa şert û mercan hêsantir bikin da ku rê li ber zewacên nû bê vekirin. Di bergeha van tiştên ku me qal kir de divê em Rebbê xwe, Pêxemberê xwe û muminan razî bikin û dîsa em hewil bidin da ku em leystikên şeytan û dostên wî xera bikin.”

 “Em teleb dikin ferd û rêxistinên Îslamî ji wan birayên xwe yên ku bi birçîbûnê re rûbirû mane re bibin alîkar”

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîp Gumuş di berdewama peyama xwe de balan kişand li ser êş û elemên ku di alema Îslamê de tên kişandin û diyar kir divê ferd û rêxistinên Îslamî ji wan birayên xwe yên ku bi birçîbûnê re rûbirû mane re bibin alîkar. Gumuş dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “ Malûmê we ye ku di roja me ya ku tê de li hinek perçeyên cografyaya Îslamê  bebek û pitik ji nêza difirfitin û tê de ji bo însan tefsikek nan bigrin îzdîham pêk tên û tê de peyva ‘mirina ji nêza’ ji bo me bûye peyvekê ji rêzê; birêveberên dewletên netewe bi emperyalistan re hevkariyê dikin û hewil didin xwîna Misliman birjînin ku ev yek ji teref we ve jî tê zanîn. Em temennî dikin ku ew rêveberên li cografyaya Îslamê muhasebeya wê hisaba ku ew ê bidin Rebbê xwe bikin û  bi vî awayî ji Mislimanên mezlûm re hetta ji temamê însanan re alîkariyê bikin. Ger îdarevanên cografyaya Îslamê alîkarî nekin jî em ji ferd û rêxisinên Îslamî teleb dikin heta îro çawa alîkarî kiribin bila ji vê alîkariyê zêdetir alîkariyê bikin û qet nebe bi vî awayî ji wan birayên xwe yên ku bi birçîbûnê re rûbirû mane re bibin alîkar.”

 “Rebbê min! Yekîtiya ummetê tesîs bike, qelbên muminan bike yek,  kîn û dijmintiya di nav wan de ji holê rake.”

Gumuş di dawiya peyama xwe de ji bo yekîtiya Mislimanan dia kir û diyar kir divê Misliman tu carî nekevin nava bêhêvîtiyê û bêumîd nemînin. Gumuş dû re wiha dawî li peyama xwe anî: “ Divê birayên me ji ber giranbûna îmtîhanê û ji ber wê rewşa bi zehmet a ku Misliman ketine navê tu carî bêhêvî û sist nebin. Ew Xwedayê ku xwediyê hêz û qeweta mitleq e, Rebbê me û xwediyê me ye. Ger em li gor ferman û pîvanên Xweda  û Resûlê Wî  hereket bikin û mesûliyeta xwe bi cî bînin, em ê wê demê karibin hîle û xapên şeytan û hevalên wî xera bikin. Rebbê me! Qelb û piyên me li ser dîn û doza xwe qaîm, daîm û sabît bike. Wan deriyên zaferê yên ku tê ji wan muminên ku di rêya te de micadele dikin re we’ed kiribû veke. Ji ba qeta xwe yekîtiya ummetê tesîs bike û qelbên mimanan bike yek û dijmintî û kîna di nav Mislimanan de rake. Ya Rebbî! Tu dijminên Îslamê qehr û perîşan bike, hêzên wan belav û perçe bike û artêşên wan mexlûb bike.”

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.