Ji Erdogan di derheqê ‘banga sûîqestê’ degilîdarî

Ji Erdogan di derheqê ‘banga sûîqestê’ degilîdarî

Serokomar Erdogan di derheqê pisporê siyasetê yê Fransî Defarges de ji ber gotinên wî yên ‘banga sûîqestê’gilîdar bû.

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan pisporê siyasetê yê Fransî Philippe Moreau Defarges di bernameyeke televîzyonekê de di derheqê Serokkomar Recep Erdogan de banga sûîqestê kiribû û gotibû: “Bi qasî ku em dibînin rêya hiqûqê xitimî, an şerê navxweyî an jî hîpotezeke ku gotina wê zehmet e, kuştina Erdogan e. Di rewşeke bi vî rengî de divê em sûîqesdê ji bîr nekin.”

Ji ber van gotinên  pisporê siyasetê yê Fransî Philippe Moreau Defarges ji teref Huseyîn Aydinê ku Parêzerê Erdogan e ve di derheqê Fransî Philippe Moreau Defarges de doz hat vekirin û daxwaznemeyeke 4 rûpelan a gilîdariyê ji Serdozgeriya Komarê hat dayîn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.