ji Evîndarên Pêxember daxuyanî: Îsal bernama Mewlidê ew ê neyê kirin

ji Evîndarên Pêxember daxuyanî: Îsal bernama Mewlidê ew ê neyê kirin

Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyand ku bernameya Mewlidê îsal ji ber ku teqabûlê meha Remazanê dibe ew ê neyê kirin, derheqê vê roja ku me’neya wê heye de hinek tewsîyeyan kir.

Weqfa Evîndarên Pêxemberên ku her sal di serî li Dîyarbekir û her wisa li gelek gund, navçe û çar alîyê Tirkîyeyê de bernameyên Mewlidê tertîp dike, daxuyand ku teqwîma bernameyê ya îsal teqabûla meha Remezanê dibe û ji ber vê yekê vê salê ew ê tu organîzasyonek neyên tertîpkirin.

Bernameya weqfê, ji teref Yahya Ograşê Berdevkê Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat xwendin.

YAHYA OGRAŞ

Ograş ji bernameyê re bi xwendina selat û selaman dest pê kir û weha got, “Em di nav mewsîmeke wisa de ne ku di vê mewsîmê de evîndarîya Hezretî Muhemmed (selat û selam li ser wî be) bi coş û şahî tê jîyankirin û em cardin jî dikevin nav mewsîmeke wisa, em dikevin meheke wisa ku di vê mehê de rehmet û bihar bi hev dû re tê yadkirin. Em bawer ku dikin ew ê ku însanîyetê bibe rêya xelasî, selametî û hizûrîyê ev rêye ku di rêbertîya Hezretî Muhammed de civandina hemû însanan e.”

“Em hêvî dikin ku hemû xelqê me yên evîndarê Pêxember bila ev heyecana xwe bi fealîyetên cuda ji derdorên xwe re bidin jîyankirin”

Ograş di berdewama daxuyanîyê de weha got, “Evîndarên Pêxember yên bi qîmet, em kederîya ku vê salê di meydanan de bi hev dû re nebin jîyan dikin. Em ji Rebbê xwe nîyaz dikin ku bila me bi xelqê me re di dema kin de bide gihîştandin. Em vê salê jî di meha Remezanê de ji bona ku ji xelqê me re ezîyetê nedin kişandin bernameya Mewlidê tertîp nekin. Encax ji bona ku wê menewîyeta Mewlidê bê jîyankirin hinek bi şeklê xebatên sembolîk fealîyetên me ew ê çêbibin. Em ji hemû xelqên me yên evîndarên pêxember re hêvî dikin ku bila vê menewîyatê bi xebatên cudayî ji derdorên xwe re bidin jîyankirin. Em meha Remezanê ji xwe re bikin wesîle û vê meha Nîsanê ji bona xwe bikin wek ‘îdekî duyemîn.”

Ograş di daxuyanîyê de weha destnîşan kir ku ew îsal di çarçoveya bernameya “Jiyankirina Sinnet û Fêhmkirina Hezretî Muhammed” de ew ê vê salê jî bi şiara “Xelasîya Rehberê Me Hezretî Muhammed” destnîşan bikin, di vê çarçoveyê de ew ê di vê meha Remezan-Nîsanê de derheqê xebatên ku bên kirin de tewsîyeyan da.

“Em Seferberîya Selawatê bi beşdarbûn û teşwîqan zêde bikin”

Ograş di daxuyanîya xwe de tewsîyeya Evîndarên Pêxember belav kir û weha got:

“Em dikarin di dikanên xwe de, di ceddeyên xwe de afîşên ku li ser wan selat û selamên ji bona Pêxemberê me hatine nivîsandin bidin çêkirin.

Ji misafirên me yên ku di vê mehê de werin re dikarin şîranî û gulavê ji wan re îkram bikin. Birayên me yên esnaf ji bona xesseten vê mehê dikarin erzanîyê û kampanyayan bikin.

Em dikarin di vê mehê de îlahî, qasîde û merşên ku derheqê pêxemberê me de hatine gotin di erebe, dikan û malên xwe de gohdar bikin.

Bi cîranan re Mewlida Şerîf dikarê bê xwendin, sohbetên sîyerê dikare bên kirin.

Di dikan, mal û cîhê karên me de em dikarin fîlmên sîyerê temaşe bikin, kitêbên sîyerê dikarin bixweyînin.

Xoceyên me di mizgeftan de ji cemaatê re, mamosteyên me jî di mekteban de ji xwendekaran re dersên sîyerê dikarin bidin.

Em Seferberîya Selawatê bi beşdarbûn û teşwîkan dikarin zêde bikin.” (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.