Ji Evîndarên Pêxember di sala nû ya perwerdehîyê de banga "zimanê zikmakî"

Ji Evîndarên Pêxember di sala nû ya perwerdehîyê de banga "zimanê zikmakî"

Evîndarên Pêxember, li ser perwerdehîya zimanê zikmakî de bal kişand ku ev maf him di însanî de û him jî di Îslamê de jî mafeke esas e û bang kir ku bila hemû astengîyên ku li pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakîê de hene bên rakirin.

Evîndarên Pêxember, bi minasebeta sala perwerdehî-hindekarîyê ya sala 2022-2023yan peyamek belav kir.

Peyama bi navê Evîndarên Pêxember, ji teref Îbrahîm Halîl Govenê Koordînatorê Rihayê ya Weqfê ve hat xwendin.

Goven di peyamê de diyar kir ku perwerdehî di sibêroja welatek de faktorek herî muhîm e, ji bona veguherîn û veguhestinê de wasiteyeke herî muhîm e, di axavtina xwe de got ku bi tevî Komarîyê pirsgirêka ew ê herî muhîm yê ku hatîye çêkirin, polîtîkayên perwerdehî, nerîna felsefî û mifredat e.

"Neslên ku bi tenê menfeatên xwe yên dinyewî difikirin tê perwerdekirin"

Goven di peyamê de weha got, "Ji sîstema perwerdehîya ku xwedîyê fikreke menfeatperest, tekparêz û makyavelîst e re nesleke biferdî, bêîlke, ji kevneşopîyên xwe re dûr û bi tenê menfeatên xwe yên dinyewî difikirin tê perwerdekirin. Ji bona ku em nesleke biexlaq û qîmetdar perwerde bikin lazim e ku sîstema xwe ya ku di bin fikra Felsefeya Rojavayê de ye derxînin û li ser avahîyên Medenîyeta Îslamê lêbikin."

"Mirûzhiştina ji mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî yên welatîyên ku zimanê wan yên zikmakî cuda ye bê çareserkirin"

Goven di berdewama axavtina xwe de weha got, "Di vê dewra ku krîzeke aborîyê tê jiyankirin derheqê hazirîya dibistanê de; rojên zehmet yên ku bi zem û bi fîyetên zêde bêvîya malbatên xwendekaran e. Amûrên qirtasîye, kitêbên kehnî, cilên dibistanê, xizmeta serwîsê malbatên xwendekaran kûr bi kûr dide fikirandin. Mixabin bi tenê belavkirina kitêbên dibistanê ev pirsgirêk çareser nabe û nake. Ji ber vê yekê ev rewş gerek bê ber çavan û ji xwendekarên mihtac re alîkarîya qirtasîyeyê bê kirin."


Goven derheqê tayînkirina mamosteyan de jî axivî û weha got, "Di dema pêşîya me de ji bona dersên bi tevî Kurdî ên hilbijartî gelek xwendekaran ev dersan bijartin, lê mixabin Wezareta Perwerdehîyê ya Millî di mamosteyên ku van dersan bidin de kontenjaneke bi sînor çêkirîye. Digel ku divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdehîyaya bi zimanê zikmakî bên rakirin, dersên hilbijartî jî di pratîkê de bêfonksîyonel bên kirin, nayê qebûlkirin. Perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafeke him însanî û him jî Îslamî ye. Mehrûmbûna ji mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî ya welatiyên xwedî zimanên cuda, bi taybetî jî Kurdên ku beşeke girîng a nifûsa Tirkiyeyê pêk tînin, weke pirsgirêkeke girîng e ku divê were çareserkirin."

"Ji bona pirsgirêkên mamosteyan ku di karên xwe de dijîn çareserî bên dîtin"

Goven di berdewama axavtina xwe de ji bona ku perwerdehîyeke bi tenduristî derheqê pirsgirêkên mamosteyan de jî axivî û weha got, "Mamosteyên ku ji bona perwerdehîya zarokên me micadeleyê dikin, barê sîstema perwerdehîyê li ser milên wan e jî pirsgirêkên wan ên ku dijîn jî bên çaraserkirin. Sozên ku ji mamosteyên bi sozdanî re hatine dayîn jî bila bê bicihanîtin û bila wan mamosteyan jî ji bona ku bikevin nav kadroyan xebat bên kirin û ew xebat jî bên encamkirin."

Goven di dawîya peyama xwe de ji perwerdehîya ku dest pê bike re ji bona zarok, ciwan û mamosteyan daxwazîya saleke perwerdehîya nû ya xêrê kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.