Ji Evîndarên Pêxember peyama “Şeva Qedrê”

Ji Evîndarên Pêxember peyama “Şeva Qedrê”

Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta Şeva Qedrê ya ku ji hezar mehan xêrtir e peyamek belav kir, bal li ser kişand ku bila ji bona vê şevê bi heqqî bê îdreqkirin lazim e ku cehd bê kirin û ji bona azadîya Quds û welatên Îslamê yên dinê dua bê kirin

Peyama Weqfê yê ku bi silav û selat dayînê dest pê kir Ercan Vergîlîyê Korrdînatora Marmara yê Weqfê xwend.

Vergîlî, ji peyamê re bi selat û selam dayîna pêxember û bi sureya Qedrê dest pê kir û weha got:

“Pêxemberê me (silat û selam li ser wî be) weha dibêje, “Ew kesê ku di Şeva Qedrê de bi bawerîya fezîlet û pîrozahîya wê û xêra wê tenê ji Xwedê hêvî bike û bi vê şeklê îbadet û îtaetê bike gunehên wê yên berê ‘efû dibe.” (Mûslîm). Ji wê kesê ku bighêje wê şevê re jî weha tewsîye kir ku bila weha dua bike, “Xwedayê min! Tu bexşendeyî, ‘efu kirinê hez dikî, min jî ‘efû bike.”

Şeva Qedrê, bilidntirê hemû deman û pêşîya hemû deman e, ji teref Rebbê me yê Ezîz ji însanîyetê re derê hêvîyê û rehmetê hatîye bexşkirin e. Vê şevê; şeva ku hatîye mîzgînkirin ku dua û îbadet bên qebûlkirin e û şevekî bi şeref e ku teşwîqê duayê tê kirin. Ev şev şevekî wisaye ku bila Misilmanan wek teerruzekî mezin û bi nîyazê ji Xwedê re lavayîyê bikin.

Rêya ku em li cem Xwedê qîmeta xwe zêdetir bikin, ji rêya her dema jîyana xwe yê ku di nav şiûra wek “Şeva Qedrê” tê îdrak kirinê de derbas dibe. Nexwe di vê şevê de, bi tobeyên xwe yên bi dil û can berê xwe bidin Rebbê xwe û ji bona wan rojên xwe yên ku di nav xefletê de derbas kirine ji wî re îstîxfar bikin. Rêya ku li cem Xwedê bilindtir bibe ev e ku; daîma mihasebeta nefsê bê kirin, dema xwe yên borî nirxandin bikin, wan rojên xwe yên ku di nav xefletê de derbas kirine bikin pirsyarî kirin, tobe û îstîxfar kirina ji xeta û gunehên xwe ye. Em vê şevê; bilindbûna bi menewî, şeva xwe bi paqijkirin û bi xêrkirinê qebûl bikin, lazim e ku em wî îdrak bikin û şevên xwe bi îbadetan bixemilînin.

Gerek em bi bawerîya xelasîya Misilmanên mezlum, xelasîya Qudsê, wan pîroz û mezlumên ku ketine binê nigan, bêdengî û zîlleta ku însanîyat têde ye duayan bikin.

Em bi navê Weqfa Evîndarên Pêxember ji Xwedê Teala daxwazî dikin ku bila vê şevê îhyakirina bi xêr, di mizgeftan û mescîdan de bike nisîbê hemû Misilmanan; dua û kîrînên ku di vê şevê de bên kirin, ji yekîtî û bihevrebûna alema Îslamê re; daxwazî dikin ku bila ji aşîtîya însanîyetê, hizûr û seadetê re bibe wesîle; em vê Şeva Qedrê yê mibarek yê alema Îslamê bimbarek dikin.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/NQ-Kb0O7r-U

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.