Ji Fransayê bi meşê diçe Qudsê

Ji Fransayê bi meşê diçe Qudsê

2 welatîyên Fransîzî yên bi navê Nail û Erald di meha Tîrmeha sala 2022yan ji bona ku biçin Qudsê ji Fransayê birê ketibûn, piştî 5 mehan gihaştin Stenbolê.

Nail Dauxoisê Cezayîrî yê ku li Fransayê dijî û Eraldê Arnawûdî yê ku li Fransayê dijî, ji bona ku biçin Qudsê 5 meh berê derketibûn rê. 2 ciwanên ku di dawîya 5 mehan de gihaştin Stenbolê, piştî 2 hefteyan ku bêhna xwe dan ji wan ciwanan yek yê bi navê Erald ji ber sedema malbatî mecbur ma ku vegere lê Naîl ji bona ku biçe Qudsê meşa xwe domand.

Nail Dauxoisê ku wisa texmîn dike 2 meh paşê bighêje Mêrsînê, ji li wê derê jî biçe Misirê û ji li wê jî di meha Hezîrana 2023yan de bighêje Qudsê.

Dauxois ji ÎLKHAyê re qala meşa xwe kir û weha got, “Ez li Mudanyayê di cîheke kû çayîr bû û otoparkekî de raketim û gelek caran jî ji bona ku derdorê xwe kontrol bikim şîyar dibûm. Ji ber ku bayeke zêde hebû ez aciz dibûm. Ev rewş moralê min xera kir û ji Mudanyayê derketim. Rê gelek dirêj bû. Di gundên biçûk de derbas dibûm. Karkerên înşeatê yên ku di şantîyeya kêleka rê de dixebitîyan çay dan min. Dema êvarê ez gihaştim gundeke ku navê wê Balabancik e. Ez li vê derê bi meleyê gund re navê wî Muharrem bû wextek derbas kir û me hev nas kir. Me bi hev re nimêj kir. Tişt miştan da min. Em li qehweya gund rûniştin û bi gelek ciwanan re me hev nas kir. Ji bona ku ez êvarê li wê derê bibînim ji min re cîh çêkirin.”

Dauxoisê ku ragihand ku li gorî texmînên wî ew ê di nav 2 mehan de bighêje Mêrsînê weha got, “Quds cîheke mibarek e. Ew der cîheke pîroz e ku mirov dikare bi meşê jî biçe. Ez ji bona ku cûdahîyekî çêbibe vê meşê dikim. Rojên ku ez reht dibim û moralê min dikeve çêdibin lê tu tişt min ji vê meşê paşve nahêle înşaallah. Bi vê wesîleyê ez bi gelek însan û çandan re hev naskirim û ev tişt jî gelek xweş e.”

Dauxois diyar kir ku ew di meşa xwe de malbata xwe jî agahdar dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.