Ji gotina Abbas “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye” re bertek

Ji gotina Abbas “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye” re bertek

Serokê qaşo yê îdareya Filistînê yê li Şerîaya Rojava Mahmud Abbas digel temamê qetlîamên ku tên kirin destek da rejîma teror û îşxalê û got ku “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye.”

Mahmud Abbasê Serokê qaşo yê îdareya Filistînê yê li Şerîaya Rojava beşdarî Forma Îqtîsadî ya Cîhanê ya ku li Riyada paytexta Erebistana Siûd hat lidarxistin bû û di formê de axavtinek kir.

Abbasê ku di formê de axivî û gotinên sosret bi kar anî û got ku “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye û ev yek wezîfeya me ye.”

Piştî van gotinên Abbas aktîvîst, nivîskar, sazî û gelek kesên din ji Abbas û gotinên wî re bertek nîşan dan.

Bera Nizar Rayanê Lêkolînerê Filistînî derbarê gotinên Abbas de nirxandinan kir û got “Mahmud Abbas dibêje ku ‘Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye û ev yek wezîfeya me ye.’ Ka bifikirin, dijminên me me û zarokên me qetil dikin û hûn radibin qala ewlehîya wî dikin!”

Alîkarê Serokê Konseya Qanûndanînê yê Filistînê Hassan Kreisha jî got ku ev gotinên ku hatine kirin gotinên pûç û betal in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lazim bû ku ew di wê formê de bes qala wan qetlîamên ku tên kirin û sekinandina wan qetlîamên siyonistan kiribana.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.