Ji Guterres peyama Îda Remezanê: Dilê min ji bo Xezze û Sudanê şikestîye

Ji Guterres peyama Îda Remezanê: Dilê min ji bo Xezze û Sudanê şikestîye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, diyar kir ku ji ber ku Mislimanên li Xezze, Sûdan û gelek deverên din nikarin cejnê pîroz bikin "Dilê wî şikestiye".

Guterres, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî bi vîdeoyê peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got, “Dilê min şikestîye. Çîmkî ji ber pevçûn û birçîbûna li Xezze, Sûdan û gelek deverên din, gelek Misilman dê Eyda Remezanê bi rêk û pêk pîroz nekin.”

Guterres ji bo alema Îslamê sersaxî xwest û diyar kir ku civakên Misliman ên li çar aliyê cîhanê Cejna Remezanê pîroz dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.