Ji Hamas beyanat: Qerara Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derheqê Xazzê de kêm e

Ji Hamas beyanat: Qerara Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derheqê Xazzê de kêm e

Hamas bi daxuyanîya ku belav kir got ku ew qerara berfirehkirina alîkarîya ji bo Xazzê ya ku ji teref Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye dayîn kêm û hindik e

Doh di konseya ewlehîyê ya neteweyên yekbûyî de niştina xazzê hebû û qerara kirina alîkarîya bi lez di niştinê de hat qebûlkirin.

Derbarê qerara ku hat qebûlkirin de ji teref hamasê ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin qerara ku hat dayîn kêm e û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: Qerara ku hat dayîn wan îxtîyacên ku şebekeya terorê li xeta Xazzê jê re bûye sebeb tedarik nake. Dîsa heman qerar, di nav xwe de wê qerara navneteweyî ya sekinandina şerê qirkirinê ya ku ji teref îşxalkerên terorîst ve li xeta Xezzê tê meşandin nahewîne.”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin li ser hewldanên ku ji teref Amerîka ve di pênç rojên dawî de tên dayîn da ku nava vê qerarê bê valakirin û dû re wiha hat gotin: “Amerîka bi vî awayî rê li ber rejîma faşîst û îşxalker vedike da ku ew wê wezîfeya xwe ya teror, cinayet û qirkirinê ya li Xazzê temam bike.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin wezîfeya neteweyên yekbûyî ye ku alîkarîya pêwîst bên gihaştandin ji temamê herêmên xazzê re.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.