Ji Hamasê banga “Îna Xezebê”

Ji Hamasê banga “Îna Xezebê”

Hamas ji ber qerara Amerîka ya veguhastina seferetê ya li Qudsê û Qudsê wek paytextaîşxalkerên sîyonîst naskirinê roja înê wek ‘Îna Xezebê’ îlan kir.

Hamas ji ber qerara Amerîka ya veguhastina seferetê ya li Qudsê û Qudsê wek paytexta  îşxalkerên sîyonîst naskirinê bang li temamê komên li Filîstînê kir da ku roja înê li dijî vê qerarê bertekên xwe nîşan bidin.

Di daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat dayîn de hat ragihandin Quds xeta sor a Filîstînê ye û dû re hat diyarkirin ew ê wek berxwedanê ji vê yekê re û dest danîna Qudsê qebûl nekin û dê ji vê razî nebin.

Di berdewama daxuyanîyê de ji xortên bexwedar hat xwestin ku bi rê û derfetên mimkûn ji planên Amerîka yên derbarê Qudsê de re bersiv bên dayîn.

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin roja înê wek ‘Îna Xezebê’ hatiye îlankirin û ji temamê koman hat xwestin ku xwe berdin kolan û meydanan û bertekên xwe nîşan bidin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.