Ji HAMASê derheqê teqasa êsîran de daxuyanî

Ji HAMASê derheqê teqasa êsîran de daxuyanî

Xelîl El Hayyeyê ji serokên HAMASê derbarê îddîayên siyonistan ên derheqê agirbestê de daxuyanîyek da. Xelîl got ku heta îşxalker ji Xezzeyê venekişin û agirbestê çênebe ew ê êsîr bernedin.

Piştî ku îşxalkeran li Xezzeyê 3 siyonistên îşxalker ên ku ala spî rakiribûn kuştin re nasên êsîran zextên xwe yên li ser rejîma siyonist zêdetir kirin.

Ji ber vê yekê rejîma siyonist û îşxalker îddîaya teqasa êsîran anî rojevê ku derbarê vê mijarê de ji teref HAMASê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Daxuyanî ji teref Xelîl El Hayyeyê ji serokên HAMASê ve hat belavkirin.

Xelîl di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta îşxalker bi temametî ji Xezzeyê venekişin û agirbestê çênebe ew ê êsîr neyên berdan.

Xelîlê ku ji El Cezîre re axivî got ku “Em dixwazin agirbesteke berfireh bê îlankirin û hêzên îşxalker bi temametî ji Xezzeyê vekişin. Dûre em dikarin meseleya teqasa êsîran biaxivin.”

Xelîl di berdewama axavtina xwe de got ku hêzên berxwedanê xwedî îmkan in ku bi mehan micadele bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em temînat didin ku berxwedan di rewşeke baş de ye. Ew ê gelê me bayraqa teslîmbûnê ti carî bilind neke û ew ê li ser axên xwe bimîne û ew ê xwedî li berxwedanê derkeve.”

Xelîl derheqê îddîayên piştî xelasbûna herbê de jî weha got: “Her kî difikire ku ew ê HAMAS ji holê bê rakirin û Xezze dê ji wan re bimîne ew kes xewn û xeyalan dibîne. Heta ku axên me û muqaddesatên me azad nebin em ê li berxwe bidin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.