Ji Hewlêr û Bexdayê di şerê li dijî madeyên hişber de gavên hevpar têne avêtin

Ji Hewlêr û Bexdayê di şerê li dijî madeyên hişber de gavên hevpar têne avêtin

Hat ragihandin ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de biryar hat girtin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tiryakê de hêzeke hevpar bê avakirin.

Rêvebirê giştî yê karûbarê madeyên hişber li Wezareta navxwe ya Iraqê Telîm Mefparwar Ehmed Zirkanî ragihand ku bo yekem car di dîroka Iraqê de hemahengiya bilind di navbera Bexda û Hewlêrê de di çarçoveya şerê dijî madeyên hişber û tîmeke hevbeş de pêk hat ava bû.

Zirkanî diyar kir ku di sala 2021ê de 500 kîlogram û di sala 2023an de jî 4 ton madeyên hişber hatiye desteserkirin.

Zirkanî da zanîn ku di sala 2022an de 3 bazirganên madeyên hişber û di sala 2023an de jî 50 bazirganên madeyên hişber bi îdamê hatine mehkûmkirin û got, çavkaniya madeyên hişber û parêzgeha ku herî zêde bikar tîne Kerkûk e.

Berê jî li Iraq û Herêma Kurdistanê kampanyayeke niştimanî ya li dijî madeyên hişber hatibû destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.