Ji Hewlêrê Bo Rûsyayê Reaksiyona Silahan
Federasyona Saziyên Civaka Sivîl a Herêma Kurdistanê, li ber Qonsolxaneya Rûsya a li Hewlêrê li hember çek firotina Rûsya ji îdara Navendî a ‘Iraqê re protesto kirin.
Li gor tê zanîn berî çendekî di navbera ‘Iraq û Rûsyayê de hevpeymana firotina sîlehan hatibo kirin. Li gor vê hevpeymanê dê Rûsya bi bihayê 5 mîlyon dolarî sîleh bifroşe ‘Iraqa di bin îdara hukumeta Malîkî de. Federasyona Saziyên Civaka Sivîl a Herêma Kurdistanê li hember vê yekê beyanatek çapemeniyê li darxist. Serekê Federasyonê ‘Ednan Enwer Beg beyan kir ku: Nameyekê ji serekê Rûsya Vîlademîr Pûtîn re şandine û jê re tirsa herêma Kurdistanê a di derbarê firotina çekan de diyarî kirine.
Enwer Beg dîsa beyan kir ku: Îdara Malikî li hember Kurdan bûye xeterek. Di vê heyamê de ev firotina sîlehan tê me’na ku Rûsya di vê mijarê de piştgiriya Malikî dike. Em vê yekê rast nabînin û vê gavê protesto dikin. Enwer Beg got: Heger van çekan bifroşin jî divê ji bo li hember Kurdan neyên bi karanîn maddeyekê têxin nav hevpeymanê.
Berî demekê ev hevkirina navbera îdara ‘Iraqê û Rûsya pêkhatibû û Rûsya di navê de Tanq û Teyarên şer jî hene gelek sîlehan sewqî ‘Iraqê dike. Îdara herêma Kurdistanê ji îdara Malikî xwestibû ku ji van çekên hatine beşekê jê bidin hêzên pêşmergan. Îdara Malikî jî gotibû: Hêzên Pêşmergeyan hêzên navxwe ne û ji ber vê yekê nabe ku sîlehên giran bidin pêşmergeyan. Ji ber ku sîleh û Tanqên hatine kirîn bi piranî li der û dorê Kerkukê hatine bicîkirin Kurd ditirsin ku van sîlehan li hember wan werin pêkanîn. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.