Ji heyetên Îran, Tirkiye û Rûsyayê daxuyaniya Sûriyê

Ji heyetên Îran, Tirkiye û Rûsyayê daxuyaniya Sûriyê

Civîna heyetên pîspor ênwelatên ku di pêvajoya agirbesta li Sûriyê de garantor inli Tahrana paytexta Îranê hat lidarxistin.

Hat ragihnadin  Civîna heyetên pîspor ên  welatên ku di pêvajoya agirbesta li Sûriyê de garantor in  li Tahrana paytexta Îranê hat lidarxistin. Di civîna ku hat lidarxistin de mijarên teknîkî yên di muzakereyên Sûrî de hatin axavtin. Piştî civîna ku hat kirin re daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “ Di civîna ku hat lidarxistin de di heyetê de kesên ku hatine revandin, êsîr û agirbesta li Sûriyê hat axavtin. Heyeteke Neteweyên Yekbûyî jî  wek çavdêr beşdarî civînê bû û di warê teknîkî de feyde dan civînê. Civîna Tahranê ji bo wan muzakereyên Sûriyê yên ku dê di 3-4ê Gulanê de li Astanayê bên kirin amadehiyek bû. Temamê heyetan diyar kirin ew ê temamê rayedarên paye bilind dê beriya civîna Astanayê di 2ê Gulanê de werin bal hev.”

Wezareta Karên Derve jî diyar kir cardin divê di heman wextî de li ser qeyrana însanî ya li Sûriyê û li ser mijarên siyasî û eskerî bê sekinîn  û em temennî dikin temamê hewildanên navneteweyî qeyrana Sûriyê bi netîce bibe.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.