Ji HUDA PAR daxuyaniyên girîng

Ji HUDA PAR daxuyaniyên girîng

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya HUDA PARê di daxuyaniya ku wek nivîskî daxuyand de di derlbarê rojevê de nirxandinên girîng kir.

Navenda Giştî ya HUDA PARê di daxuyaniya ku wek nivîskî daxuyand dedi derlbarê rojeva hindir û derve de qala mijarên girîng kir.

Di daxuyalniyê de qala biryarên ku di bergeha rawestandina mizakereyên PEyê de, geşedanên di qada aborî de û zêdebûna dolarê, êrîşên wehşiyane yê ku li Mislimanên Arakanê tên kirin û qetlîamên wan, helwesta wek xemsaruya dinyayê ya hemberê van êrîş û qetlîaman û hezaza ku li navçeya Şêrwana Sêrtê pêk hat hat kirin.

Biryara rawestandina mizakereyên PEyê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji sala 1959an pê ve maceraya Tirkiyê ya di bergeha YEyê de dest pê kiriye û ev 60 sal e ku wek derbejêr û derbe jor didome. Xala ku di vê pêvajoyê de şikest hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bû.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Sedema herî mezin a vê yekê ew e ku welatên YEyê helwesteke bêdeng meşandin û daxwaziya wan a şermezarkirina vê mijarê tunebû û ya rast ew bû ku wan piştgirî didan derbeyê. Ev rewşa fiîlî bû sedema ku têkilî hatin xala şikestinê. Ji bo ku bi statukoya nav xwe re di warê tekoşînê de wek hêzdar bimîne di domahiya pêvajoya endambûna Yekitiya Ewrûpayê ya ku wek qonaxê hatine de faydekî nayê dîtin. Dema mirov qrîzên aborî û siyasî yên ku YE din av xwe de rû bi rû maye, rastiya ku dê Tirkiyê ru carî nekin endam û helwesta wan a dijminane dide ber çavên xwe dê bê fêmkirin ku rêya herî baş ew mirov dawî li vê pêvajoyê bîne.”

Geşedanên aborî

Di daxuyaniyê de qala qeşedanên aborî ya ku di pêvajoya herî dawî de pêk tên hat kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku sedema bandordarbûna Tirkiyeyê ya ji vê pirsgirêka aborî bi Xerbê re eleqedar e.

Piştî ku Trump hat hilbijartin di pêvajoya ku bandora aborî ya global pêk hat de PE biryar da ku wek demborî pêvajoya mizakereyê were rawestandin. Ev biryar tabloyê xerabtir kir. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin:

Dolar heta ku wek rezerv bibe pere dê bi daxwaziya perê û nirxa pereyên di berîka me de û dabirkirina ked û çavkaniyên me bidomînin. Xilasbûna ji vê yekê ew e ku mirov dolarê ji pereya rezerve derêxe û qîmeta perê gor qîmeta zêrê diyar bike ye.”

Êrîşên wehşiyane yên ku Mislimanên li Arakanê dibin hedef

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîşên wehşiyane li Mislimanên Arakanê tê kirin. Her wiha hat belavkirin ku Mislimanên Rohîngyayî nişteciyên kevin a herêm in. Lê hikûmeta Myanmarê idîa dike ku ev Mislimanan Bengalî ne û wan ji hemî mafên wan mehrûm dihêle.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên hewayî erdî li dijî Mislimanên Arakanê hatiye destpêkirin. Ev yek sûcê mirovahiyê ye. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Gundên Mislimanan tên şewitandin. Pîrek û zarok tên şewitandin û pîrek wek sîstematîk û komî dûçarê tecawûzê dibin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Mislimanên Arakanê dûçarê komkujiya irqî bûne. Piştî ku bangewazî li welatên Îslamî hat kirin daxuyanî wiha hat domandin: “Pêwîst e welatên Îslamê helwesta xwe ya li hemberê wehşeta ku li Arakanê çêdibe ji nû ve bidin ber çavên xwe û dev ji îxtîlafên di nabeyna xwe de berdin û bi hev re ne bi astengiyên ku dibe jihevbûna yekitiyê re micadele bikin.”

Facîeya hezaza li Sêrtê

Di daxuyaniyê de qala hezaza ku di 17ê Mijdarê de li navçeya Şêrwana Sêrtê pêk hatibû û di encama hezazê de kakkerên ku di bin hezazê de mabûn hat kirin. Dûvre hat bibîranîn ku lijneya di serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Dr. Aydin Gok de çûbû ciyê hezazê û li wir tehqîqat kiribû.

Didaxuyaniyê de hat diyarkirin ku nêzî 4 meh berê di heman madenê de hezazek biçûk çêbûye. Beriya bûyera herî dawî îhmalkarî çêbûye. Dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Wezîrtiyên di derbarê mijarê de ji bo tendirûstiya karkeran û ewlehiya wan hewl didin ku tedbîr bigirin. Lê beriya vê yekê nehatiye girtin. Qanûnên ku hatine derxistin û tedbîrên ku hatine girtin bes formalîte bûye. Ev îhmalkariyên ku tim û tim çêdibin û di encama vê yekê de bedelên giran tên dayîn bi tu wechê nayên qebûlkirin. Pêwîste lêpirsîna di derheqê qezaya Şêrwanê de bi şiklekî rêk û pêk were meşandin û mexdûriyetên malbatan ên madî û manewî hewl were dayîn da ku werin çareserkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji kesên ku di encama hezazê de jiyana xwe ji dest dane re rehmet hat xwestin û temeniya sebr û niyazê ji bo malbatên wan hat kirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.