Ji HÜDA PARê berteka rê ji bo Şaredariya Farqînê: Tevlî hişyariyên gel jî kevirên parkeyê hatin danîn
Li Farqînê bi barana ku bandor girt re, kevirên parkeyê yên rêya di navbera taxên Rezan û Feridunê de ji cihê xwe derketin û rê nehate bikaranîn.
"Divê li dewsa kevirên parkeyê asfalt bihatana kirin"
Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê piştî barana dijwar a ku di rojên borî de bandor nîşan da, hin kolan û kuçe nehatin bikaranîn. Gelek mal û kargeh ketin bin avê.
Serokê Navçeya Farqînê yê HÜDA PARê Adnan Balyen, li Kolana Gulê ya Taxa Rezanê ku ji ber baranê kevirên parkeyê ji cihê xwe derketibûn lêkolîn kirin û bertek nîşanî sepana parkeyê ya şaredariyê da. Balyen diyar kir ku beriya ku kevirên parkeyê li kolanê bêne danîn divê xebatên binesaziyê bihata temamkirin û destnîşan kir ku welatiyan yekîneyên eleqedar ên şaredariyê li hember lehiyê û daqurtandina avê berê hişyar kiribûn, lê ev hişyarî nehatine berçavgirtin.
Balyen, welatiyên ku ji ber barana dijwar mal û kargehên wan ketibûn bin avê jî zîyaret kir û pirsgirêkên ku dikişînin li cihê rûdanê guhdar kir. Balyen piştî ku guhdariya mexduriyeta welatiyan kir, li kolan û kuçeyan jî pirsgirêk li cihê wan lêkolîn kirin û diyar kir ku divê rayedar tedbîrên pêwîst bigirin.

"Li Farqînê bi barana yekem re rê bi temamî xera bû"
Balyen bi bîr xist ku di sala borî de astengiyeke hevgirtî ya lehiyê li navçeyê çêbibû û diyar kir ku rêya ku şaredariyê di demeke nêz de çêkiribû bi barana yekem a demsalê re xera bûye û got: "Ev der di navbera taxên Rezan û Feridunê de caddê û rêyeke girîng e. Farqîn bi salan e heman pirsgirêkê dijî. Par karesateke lehiyê çêbû û dîsa ev rê xera bûn. Hemû kevirên parkeyê ji cihê xwe derketin û heta çarşiyê hatin kişandin. Hêj em li destpêka payizê ne. Tevlî ku li Farqînê baran û lehiya yekem e jî, ev rê bi temamî xera bû. Kevirên parkeyê ji cihê xwe derketin û winda bûn."
Balyen destnîşan kir ku şaredariyê daxwazên gel berçav negirtine û wiha axivî: "Nêzîkî sê meh berê şaredariyê xwest ku dîsa li vir kevirên parkeyê raxîne lê gel ev yek qebûl nekir. Niştecîhên taxê hatin cem hev û li dij derketin, gotin 'Li vir kevirên parkeyê nabin'. Ji ber ku binesaziya Farqînê tune ye. Gotin ku di karesateke lehiyê de dê kevirên parkeyê dîsa derkevin, xera bibin û rê dê vegere rewşa xwe ya berê. Tevlî vê yekê jî şaredariyê israr kir û dîsa li vir kevirên parkeyê danîn. Tevlî li dij derketina gel, taxê û niştecîhên taxê jî kevirên parkeyê hatin danîn. Bi barana yekem a ku li Farqînê barî re, wekî ku hûn jî dibînin rê bi temamî xera bû, kevirên parkeyê dîsa ji cihê xwe rabûn."

"Mixabin şaredarî guh nade gel, daxwazên gel berçav nagire"
Balyen diyar kir: "Çêkirina vê rêyê ya bi vî awayî ya ji nû ve zehmet e. Heta ku bi vî awayî berdewam bike, gel dê bibe mexdur. Mixabin şaredarî guh nade gel, daxwazên gel berçav nagire. Di dewsa ku xizmetê ji gel re bike de, di sepanên ku gel li dij derdikeve de israr dike."
Balyen li axaftina xwe zêde kir ku çareserî di berçavgirtina daxwazên gel re derbas dibe û got: "Pêwîst e ku bi lezgînî ji bo Farqînê binesazî bê çêkirin. Di rêza yekem de divê pirsgirêka binesaziyê bê çareserkirin, pişt re jî xebatên rê bêne kirin. Ev der ne cihê danîna kevirên parkeyê ye. Divê li vir asfalt bê çêkirin. Ji ber ku bê binesazî Farqîn her dem dibe qurbana lehiyê. Bi lehî û baranê re kevirên parkeyê ji cihê xwe derdikevin, heta caddiyan têne kişandin û rê dîsa xera dibe."
Balyen di berdewamiya axaftina xwe de ev îfade bi kar anîn: "Li vir di dewsa ku asfalt bihata çêkirin de nehate kirin, tevlî ku gel li dij derket jî kevirên parkeyê hatin danîn. Di nav gel de jî li ser vê rewşê bertekên wekî 'Hinek kes ji vê yekê sûdê digirin, ji ber ku hinek kes ji vir pereyan qezenc dikin kevirên parkeyê li vir hatin kirin û asfalt nehate kirin' têne anîn zimên."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.