Ji HUDA PARê ji Ozgur Ozel re peyam: CHP musîbeta herî mezin e ku hatîye ser serê vî milletî

Ji HUDA PARê ji Ozgur Ozel re peyam: CHP musîbeta herî mezin e ku hatîye ser serê vî milletî

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, bang li Ozgur Ozel û CHPê kir weha got, “Dîroka CHPê, dîroka qetlîaman e. CHP musîbeta herî mezin e ku hatîye ser serê vê milletê. Ji ber ku xelkê me vê îxaneta we nas dike loma we desthilatdar nake.”

Endamê Sazîya Îdreya Giştî yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, ji Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku ji HUDA PARê re îftîra û heqaretan kiribû re bi vîdeoyê peyamek da.

Tanrikulu, ji Ozel re bertek nîşan da û got, “Yê ku sermaya wî buz e ji tavê ditîrse. Ew ê tava HUDA PARê wê sermaye we ya ji buzê bihelîne.”

Tanrikulu qetlîam û zilma CHPê da rêzê û got, “Dîroka CHPê, dîroka qetlîaman e. CHP musîbeta herî mezin e ku hatîye ser serê vê milletê. Ji ber ku xelkê me vê îxaneta we nas dike loma we desthilatdar nake.”

Tanrikulu bang li Serokê CHPê Ozgur Ozel kir û got, “Tu bi îftîra û heqaretên xwe yên derheqê HUDA PARê de nikarî besnekirin û bêkêrîya xwe veşêr bidî. Xwemezinkirina te jî ew ê encamê neguherîne.”

“Di dîroka me de qetlîamên Dêrsim û Zîlanê tineye”

Tanrikulu ji gotina xwe re bi bangkirina ji Ozgur Ozelê re dest pê kir û qetlîamên wan da rêzê:

“Serokê Derbasî yê CHPê Birêz Ozgur Ozel! Tu dibêjî ku ew ê ev hilbijartin di navbera HUDA PAR û Ataturkperestan de derbas bibe. Tu bi bêexlaqî bi hezar îftîrayan ji HUDA PARê re dibêjî. Birêz Serokê Derbasî! Di dîroka me de qesetvanî tineye. Bi me re meseleyên tacîza pîrekan tineye. Xîyaneta ji serokê giştîyê xwe re û rijandina rondikên derew bi me re tineye. Di dîroka HUDA PARê de ti mînakek tineye ku ew ewladê bav li ber çavê wî daleqandibe. Di dîroka me de ji ber ku xelk şepqe nade serê xwe û ji ber vê yekê bombekirina bajaran tineye. Di dîroka me de ji pîrek û zarokên ku xwe ji şikeftê re sipartine re qetilkirina bi xaza jehrî tineye. Di dîroka me de qetlîama Dêrsim û Zîlanê tineye.

Di nav me de wekîlên ku dibêjin ‘Ji Kurdan bêhna pîs tê’ tineye, nikaribe hebe û nikare di vê partîyê de cîh jî bigre. Di dîroka me de dijmintîya azan û nimêjê tineye. Di dîroka me de veguhertina camîyan a ji axûrê re tineye. Ji cil û bergên xelkê re dijminantî tineye. Di sazîyên perwerdehîyê de odeyên îqnayê tineye. Di dîroka me de bi navê ‘Baca hebûnê’ destdayîna li ser malên Xeyrî Muslîman tineye. Di dîroka me de sozdayîna namûs û şerefê ya ji karkeran re bide û dûre jî bi dehhezaran karkeran ji nanê wan bike tineye. Lê di dîroka CHPê de temamê van tiştan heye û zêdetirê vana jî heye.”

“Dema ku hûn ji partîya HUDA PARê ku xelkê me bi xwîdana enîya xwe lêkirîye re îftîrayan davêjin bîrva nekin ku malên we ji camê hatine çêkirin”

Tanrikulu bal kişand ku “Dîroka CHPê, dîroka qetlîaman e.” Û dûre weha axavtina xwe zêde kir, “CHP musîbeta herî mezin e ku hatîye ser serê vê milletê. Ji ber ku xelkê me vê îxaneta we nas dike loma we desthilatdar nake. Û ew ê ti car jî desthilatdarîya vê welatê neke destê we. Birêz Serokê Derbasî! Yê ku mala wî ji caman e divê ji mala yekî dinê re keviran navêje. Dema ku hûn ji partîya HUDA PARê ku xelkê me bi xwîdana enîya xwe lêkirîye re îftîrayan davêjin bîrva nekin ku malên we ji camê hatine çêkirin! Yê ku sermaya wî ji buzê ye bila ji tavê bitirse. Ew ê tava HUDA PARê wê sermaye we ya ji buzê bihelîne.”

“Ew ê ev hilbijartin di navbera wan kesên ku ji apê xwe yên Sam re di berdêla behşîşan de xulamtîyê dikin û yên ku li hember emperyalîzmê serî radikin de derbas bibe”

Tanrikulu ji axavtina xwe re bi van gotinan berdewam kir, “Hûn dizanin ew ê ev hilbijartin di navbera kê de derbas bibe? Ew ê di navbera wa kesên ku ji Berxwedana Fîlîstînê ku li hember îşxalê ji bo welat û xelkê xwe micadele dikin re dibêjin ‘terorîst’, di sefên îsraîla rêkxistina terorîst ku zarok û pîrekan dikuje de cîh digrin û mirovên ku di sefên xelkê mezlum yê Xezzeyê de ne de derbas bibe. Ew ê ev hilbijartin di navbera wan kesên ku ji apê xwe yên Sam re di berdêla behşîşan de xulamtîyê dikin û yên ku li hember emperyalîzmê serî radikin de derbas bibe.”

“Tu bi îftîra û heqaretên xwe yên derheqê HUDA PARê de nikarî besnekirin û bêkêrîya xwe veşêr bidî”

Tanrikulu herî dawîn ji Ozgur Ozel û CHPê re bang kir û weha got, “Serokê Derbasî yê CHPê! Tu bi îftîra û heqaretên xwe yên derheqê HUDA PARê de nikarî besnekirin û bêkêrîya xwe veşêr bidî. Xwemezinkirina te jî ew ê encamê neguherîne. Ez ji li vê derê li welatîyên xwe yên biqîmet ku raya xwe ji CHPê re dane re bang dikim; bireveberîya CHPê ku nikare ti sîyasetekî hilberîne. Bireveberîya CHPê ku bi sîyaseta derew û îftîrayê dengdayînên xwe manîpule dike, xerabîya herî mezin ji we re dike. Em jî dibêjin ku; werin em HUDA PARê ji HUDA PARê hînbibin. Ji wan kesên ku sîyaseta xwe li ser derew û îftîrayan saz kirine re prîmê nedin. Ji bo siberojên adil bê înşakirin werin em bibêjin ‘Vê Carê HUDA PAR’. Ew ê siberoja biqewet a welatê me wê bime çêbibe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.