Ji Îsraîlê Îşgalker Projeyên Provokatîf
Siyonîst Îsraîla îşgalker, xwe kar dike ku, bi projeyên xwe yên provokatîf, li alema Îslamê û welatên Ereban meydan bixwîne.
Siyonîst Îsraîla îşgalker, xwe kar dike ku, bi projeyên xwe yên provokatîf, li alema Îslamê û welatên Ereban meydan bixwîne.
Saziya mîrasa weqf û kulturê ya el Eqsa ya ku li Qûdsê ye, da zanîn ku, Îsraîlê îşgalker plan dike ku li nêzî Mescîda Eqsayê tesîsên nû ava bike.
Saziya El Eqsayê beyan kir ku, siyonîst Îsraîl dixwaze li nêzî Mescîda Eqsayê li şûna binayên ku ji dewra Memluk û Eyyûbî û Osmaniyan mane, sînagog, mekteba dînê Yahûdî, qereqola polîs, saloneke mezin ya pêşwaziyê û tesîseke sihhetê ava bike. Saziya han bi civîna medyayî, teferûatên plana Îsraîlê bi xerîte, foto û fîlman eşkere kir. Hat gotin ku bi vê planê, talûke û xeterên mezin li hêviya Mescîda Eqsayê ne.
Sekreterê giştî yê heyeta parastina mekanên mubarek yên Qûdsa Musluman û Xirîstiyan Hanna Îsa jî, di beyana xwe de wiha got “Îsraîl li hemî alema Îslamê û cihana Ereban meydan dixwîne û bi siyaseta yahûdîkirinê, ğeyret dike ku, li Mescîda Eqsayê bêîstîkrariyê peyda bike. Ez bangî Tirkiyê û Misrê dikim. Beriya ku Qûds bikeve, tarîx me bidê hîsabê, têkevin tevgerê.”
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.