Ji Îttîhadul Ulemayê ji bo Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê destek

Ji Îttîhadul Ulemayê ji bo Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê destek

Îttîhadul Ulema bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir ku ew destek û piştevaniyê didin wê bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê roja yekşemê li Diyarbekirê bê tertîpkirin.

Her weke ku tê zanîn ew ê vê yekşemê di 30ê Nîsanê de li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve  bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin. Îttîhadul Ulema bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir ku ew destek û piştevaniyê didin vê bernamê.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alim û Medreseyan Mela Muhammed Ozer di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew digel temamê dildar û endamên xwe destekek tam didin bernamê

Ozer di berdewama axavtina xwe de diyar kir  divê roja yekşemê zêc û zarok, ciwan û extiyar, jin û mêr hemû kes divê îştîraqî vê bernamê bikin.(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.