Ji Îttîhadul Ulemayê peyama taziyê
Ji ber minasebeta wefata Şêx Seyyîd Muhammed Yusuf Huseyînpurê Alimê Hedîsê ji teref Îttîhadul Ulemayê ve peyameke taziyê hat weşandin.
Di peyama ku hat weşandin de hedîsa “Xweda, ilmê carekê de ilmê ji qelbên însanan dernaxe; bi standina ruhê aliman ilmê ji wan distîne’ di bîran hat xistin û hat destnîşankirin ew telebeyên ku ji teref Şêx Huseyînpur ve hatine perwerdekirin li çar aliyê dinyayê ‘ li ber wan hewildanên dûrkirina Qur’anê ji sunnetê re’ dibin bend û set.
Di berdewama peyamê de hat diyarkirin Şêx Huseyînpur ji wan muhaddîsên navdar ên Asyaya Navîn alimek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wefata Şêx Huseyînpurê ku li Sîstan/Belucistana Îranê di warê hedîsan de xizmeteke lê hêja dikir bo camiaya aliman qeybeke mezin e. Şêx Huseyînpur îcazet daye bi hezaran telebeyan û ew telebeyên ku li ber destên wî mezin bûne li çar aliyê dinyayê ‘ li ber wan hewildanên dûrkirina Qur’anê ji sunnetê re’ dibin bend û set.Bi vê wesîlê em bo Şêx Huseyînpur ji Xweda rehmetê teleb dikin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.