Ji kermesa ku ji bona êtîm û mihtacan tê tertîpkirin re eleqeyeke mezin

Ji kermesa ku ji bona êtîm û mihtacan tê tertîpkirin re eleqeyeke mezin

Ji Kermesa ku ji teref Karwana Hêvîyê ve li Dîyarbekir ji bona êtîm, mihtaç û bêkesan tê tertîpkirin re, xêrxwazên Dîyarbekir eleqeyek mezin nîşan dan.

Doh li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê ya li navçeya Kayapinara Dîyarbekir ji teref Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir ve kermesek hat vekirin.

Ji kermesa ku nêzê 6 roj berdewam bike re xelqê Dîyarbekirê eleqeyek mezin nîşan dan û Şahîn Elelçîyê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir jî xêrxwazan da’wetê kermesê kir.

Elelçî derheqê kermesê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew kermesê doh dan destpêkirin û weha li axavtina xwe zêde kir, “Em ji kermesa xwe yê ku li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê ya li navçeya Kayapinarê vekirine re hemû xêrxwazên me yên Dîyarbekir de’wet dikin. Lewre alîkarîyên ku bên bidestxistin ew ê ji bona êtîm û mihtacan bê xwerckirin, ji ber vê yekê em gelek muhîmtîyê didin vê kermesê. Ji ber vê yekê ew ê xelqê Dîyarbekir ji vê bernameya ku belavkirinê, piştgirîyê û alîkarîyê tertîp bike re tewecûh nîşan bidin.”


Elelçî di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ji bona vê xebata bi xêr di her malê de hêvîya alîkarîyê ne û weha berdewam kir, “Xwedîyê xêran ku wek endam û dildarên me û dikandarên Dîyarbekir ji kermesa me rê alîkarî û teweccuheke mezin nîşan dan û bi tevî tiştên ku di malên xwe de çêkirine alîkarîyê dan kermesê û wê alîkarîyên xwe jî berdewam dikin. Roja Yekşemê ew ê Weqfa Êtîman jî li vê derê konserek tertîp bike û ev konser jî ji bona kermesê ew ê gelek xweş bibe. Em daxwazîya xelqê xwe dikin ku bila xelqê Dîyarbekir bi tevî beşdarbûna kermesê bila beşdarê konserê jî bibin.”

Elelçî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di kermesa me de şîvên ku malan de hatîye çêkirin, tiştên zicacîye ya ku dikandarên me hazir kirine, cil û wek tiştên kirtasîyeyê jî tiştên me hene. Ji niha de em ji xelqê Dîyarbekir, xêrxwazên me yên ku li çar alîyê welat bexşan kirine re ji bona ku alîkarîyê dane û ew ê bidin li ser navê êtîm û mihtacan sipasîyên xwe li wan dikin.” (ÎLKHA)

https://youtu.be/LSfgnqjtoTo

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.