Ji Macarîstanê gaveke nû ya ku hiqûqa navneteweyî îhlal dike
Macarîstan heta ku serîlêdanên îltîcayê diyar bibin dê penaberan di konteynirên li nêzî Sirbîstanê de bigire.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de di derbarê birêkûpêkkirinên dijwar a li hember penaberan de hat destnîşankirin daîreyên rayedar ên ku serîlêdanên îltîcayê dinirxînin û polêsên li ser sînor dest bi haziriya kirine.
Li gor sepana ku qala wê tê kirin heta ku serîlêdanên îltîcayê diyar bibin dê penaber di du kampên konteynirê yên li nêzî Sirbîstanê de bên girtin. Ev sepan ji bo zarokên ku di temena 14-18 salî de yên ku bêyî ebeveynên xwe derbasî Macarîstanê bûne jî derbasdar e.
Ev qerara di derheqê penaberan de di 7ê Adarê de ji teref Parlamentoya Macarîstanê ve hatibû dayîn û ji bo temamê penaberên li Macarîstanê û yên ku dixwazin derbasî Macarîstanê bibin derbasdar e.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Saziya Alikariyê ya YAyê ji vê qerara Macarîstanê ya di derbarê penaberan de re bertekeke tund nîşan da û hiqûqnas jî diyarkirin penaberan di konteyniran de girtin li dijî heqê navneteweyiyê ye.
HRWyê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di vî warî de Yekîtiya Awrûpayê rexne kir û diyar kir Qomîsyona YAyê di warê xwedîderketina penaberên li Macarîstanê de dereng hereket kiriye. Rêxistin her wiha diyar kir dibe ku welatên YAyê yên din jî van sepanên Macarîstanê yên di derheqê penaberan de tetbîq bikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.