Ji Malbatên Roboskî Re Cezaya Pera

Ji Malbatên Roboskî Re Cezaya Pera

Li Şirnexê di encama êrîşên teyarên Tirkiyê de 34 Kurdên me’sûm can dabûn. Digel evqas dem di ser re derbas bû jî lê dewleta Tirkiyê di derbarê cezakirina kesên vê qetlî’amê kirine de tu gav neavêt.

Li Şirnexê di encama êrîşên teyarên Tirkiyê de 34 Kurdên me’sûm can dabûn. Digel evqas dem di ser re derbas bû jî lê dewleta Tirkiyê di derbarê cezakirina kesên vê qetlî’amê kirine de tu gav neavêt. Dosya vêga ji mehkema sivîl hate şandin mehkemeya ‘eskerî. Li ser vê yekê hê tepkî û reaksiyona gel berdewam e, vêcarê jî li malbatên kesên hatine qetlî’am kirin cezayê pera hate birîn. Sedemê birîna vê cezayê jî ew e ku di roja 500ê qetlî’amê de kuştiyên xwe bibîranîne.

Xebera di vê derbarê de ji alî malpera înternetê a Radîkalê ve hate weşandin.

Yek ji malbatên kesên hatine qetlî’am kirin Ferhat Encu dibêje ku, li 150 kesî bi sedem merasîma bîranîna kuştiyên xwe 3 hezar lîrayê Tirkiyê cezayê peran hatiye birîn.

Dîsa hat beyan kirin ku Dozgerê Bi Taybet yê Diyarbekir ji bo îfadê gazî malbata kiriye. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.