Ji Memûran Re ‘Efwa Sicîlê
Ji Memûran Re ‘Efwa Sicîlê
Wezareta Ewlehiya Civakê û Xebatê, di derbarê memûran de sê pakêtin ‘efwê amade kir.
Li gor Teklîfa ku wezaretê amade kiriye ji bo tevî sûcên disîplînê yên memûran efwê teklîf dike.
Li gor teklîfê tevî sûcên memûran yên ku di navbera 1995 û 11 Îlona 2012an de hatine kirin digel encam û cezayên disîplînê tên ‘efûkirin.
Lê belê; sûcên ku li hember dewletê hatine kirin, zimmet, îrtîkap ruşwet, dizî, xapandin, sextecîtî, sûcên ku rûyê meriv reş dikin û şexsiyet û heysiyetê dişkînin, qaçaxçîtî, fesat xistina nav îhaleyên kirîn û firotinê, îfşa kirina sirrên dewletê ne di çarçowa vê teklîfê de ne.
Bi teklîfeke dinê jî avêtina ji memûriyetê dereceyeke dinê tê zorkirin û çarçowa mafê xwe parastinê firehtir dibe. Beriya avêtina memûrekî ji memûrtiyê cezayê sekinandina pêşveketina dereca wî dertê pêş.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.