Jı Mısr Û Lîbyayê Tepkî
Li Emrîka filmeke ku haqeret li Îslam û pêxemberê me dikir hatibû çêkirin
Jı Mısr Û Lîbyayê Tepkî
Bı Sedan Kes Fîlma Emrîka Ya Ku Heqaretî Îslamê Dıke Protesto Kırın
Li Emrîka filmeke ku haqeret li Îslam û pêxemberê me dikir hatibû çêkirin. Li Misrê millet ji bo ku vê fîlmê protesto bikin li Qahîreyê li ber sefaretxana Emrîka civiyan. Bi sedan kes di aleyhê Emrîka de slogan avêtin gotin “mal û canê me ji pêxember re feda bin.” Hinek ji wan hilkişiyan ser dîwarê sefaretxanê û alaya Emrîka daxistin. Ji ber vê yekê jî ordiya Misrê yekîneya eskeriyê şande wir. Protestovanan xwest ku sefîrê Emrîka Misrê terk bike, sefîrê Misrê jî ji Emrîka bê vekişandin. Protestovanan diyar kir ku heta dengê wan bê bihistin û xwestinê wan bên cîh, ewê protestoya xwe dewam bikin. Hat îfade kirin ku filehên qiptî jî destek dane protestovanan.
Her wiha do jî li Lîbyayê bi sedan kes li ber sefaretxana Emrîka civiyabûn û protesto li dar xistibûn. Protestovan bi slogan û panqartan di aleyhê Emrîka de meşiyabûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.