Ji Ozgur Ozel re ku ji HAMASê re gotibû “terorîst” bertek hat nîşandan!

Ji Ozgur Ozel re ku ji HAMASê re gotibû “terorîst” bertek hat nîşandan!

Şeyhmus Tanrikulu Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê, ji Ozgur Ozelê CHPyî ku ji HAMASa ku li dijî sîyonîstên îşxalker berxwedan nîşan dide re gotibû terorîst re bertek nîşan da.

Ji teref Tanrikulu ve ji bo Ozel bersiv hat dayîn.

Tanrikulu bertekek tund nîşan da û got, “Bi tevî vê îfadeyê ji sîcîla CHPê re xerabîyekî dinê jî hatîyê zêdekirin.”

Tanrikulu destnîşan kir ku Ozgur Ozel bêbextîyê ji Hamasê re kirîye ku jê re gotîye terorîst, “Wan kesên ku eger berxwedan ji alîyê çepgiran ve bê lidarxistin wê berxwedanê wek şoreşê dibînin, ji Misilmanan re jî tenê mirinê layiq dibînin û bi rehetî dikarin ji micahîdan re gotina ‘terorîst’ê dibêjin. Em vê gotinê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.”

Tanrikulu bibîrxist ku HAMASê piranîya raya xelkê Xezzeyê standîye û ew hikumetekî meşrû ye, komên berxwedanê jî temsîlkarê meşrû yê xelkê Fîlîstînê ne û ew hêzên neteweyî ne.

“Xelkê Fîlîstînê, bi îmkanên hindik li dijî vê qirkirin û îşxalê micadeleyê didin”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku HAMASê qeweta xwe ji xelkê Fîlîstînê digre û ew tevgerekî meşrû ye, “Xelkê Fîlîstînê bi tevî komên berxwedanê yên dinê di pêşengîya HAMASê de li hember îşxalê micadeleyê didin. Komên berxwedanê temsîlkarê meşrû yê xelkê Fîlîstînê ne û ew hêzên neteweyî ne. Ji wehşeta ku li Xezzeyê tê kirin re ji çar alîyê dinyayê gelek însanên ku ziman û rengê wan cuda ne gohên xwe dane wijdanê xwe û li hember vê zilmê disekinin, bi vê şeklê ew bûne parçeyekî întîfadayê.”

“Em van gotinan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin”

Tanrikulu weha got, “Serokê Giştî yê Demborî ya CHPê ku ji roja damezrandina xwe heta îro daîma li hember bawerîya xelkê me disekine û misebbîbî pirsgirêk û êşên di holê de ne… ne hewceye ku em navê wî jî bêbêjin, ji HAMASê re gotîye ku ew terorîst in. Bi tevî vê gotinê ji sîcîla CHPê re xerabîyekî dinê jî hatîye zêdekirin. Wan kesên ku eger berxwedan ji alîyê çepgiran ve bê lidarxistin wê berxwedanê wek şoreşê dibînin, ji Misilmanan re jî tenê mirinê layiq dibînin û bi rehetî dikarin ji micahîdan re gotina ‘terorîst’ê bibêjin. Em vê gotinê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin… şexsê melum, bi vê gotina xwe bi zimanê baronên sîyonîst û emperyalistan xeber dide. Ji zêhnîyeta ku ji bona rayan ji rêkxistinê terorê re jî silav dişînin re mirov li hêvîya çi dike!” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.