Ji Parlementoya Kurdistanê ji bo Hikûmeta Iraqê: Ji ber Enfalê ji Kurdan lêborîna xwe bixwazin

Ji Parlementoya Kurdistanê ji bo Hikûmeta Iraqê: Ji ber Enfalê ji Kurdan lêborîna xwe bixwazin

Parlementoya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrê Enfal û Şehîdên Herêma Kurdistanê derheqê qetlîama Enfalê ya ku berî vê 33 salan hat kirin de raportek hat amadekirin.

Tê diyarkirin raporta ku hat amadekirin ji 19 maddeyan pêk tê dê ji Hikûmeta Iraqê re bê  teqdîmkirin û ew ê ji hikûmetê bê daxwazkirin ku Iraq ji ber Enfalê ji Kurdan lêborîna xwe bixwaze û dê bê xwestin ku ji nasên qurbanîyên Enfalê nexasim jî yên herêma Germîyanê re tazmînata maddî û manewî bê dayîn.

Di jenosaîda ku berî vê 33 salan hat kirin de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin. Dema ku ev qetlîam hat kirin temamê dinyayê xwe li kerrîtî û lalîtîyê danî.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler