Ji pispor re ji bo tenduristiya dil pêşniyarên meşê

Ji pispor re ji bo tenduristiya dil pêşniyarên meşê

Li gorî pisporên ku ji bo mezinan di heftiyê de 150-300 deqîqe çalakiya fizîkî ya di astek navîn de pêşniyar dikin.

"Ji bo tenduristiya dil di meşê de 6 rêgezên bingehîn"

Pisporê Kardiyolojiyê Prof. Dr. Murat Turfan, di çarçoveya 4ê Çiriya Pêşîn Roja Meşê ya Cîhanê de daxuyanî da û 6 rêgezên bingehîn ên ku divê ji bo tenduristiya dil di meşê de bal bê kişandin ser wan rave kir; pêşniyar û hişyariyên girîng kirin.

Beriya ku dest bi meşê bikin rîskên xwe hîn bibin

Prof. Dr. Murat Turfan got, "Piştî temenê 35an tiştê ku diguhere ne rêgezên meşê ne, girîngiya naskirina rîskên mirov bixwe ye" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Eger hûn demeke dirêj e werzişê nakin, cixareyê bi kar tînin, li ba we hîpertansiyon, diyabet an jî kolesterolê bilind hebe an jî di malbata we de çîroka nexweşiya dil a di temenê biçûk de hebe, beriya ku dest bi bernameya meşê bikin nirxandina rewşa we ya tenduristiyê girîng e. Ji bo kesên ku pêwîst tê dîtin, bi muayeneya bijîşk û testên zêde re sînorên ewle yên werzişê dikarin bêne diyarkirin. Dibe ku kesên nexweşiya wan a dil-reh bi nav û deng hebe, di derbarê mayîn û tundiya meşê de divê teqez li gorî pêşniyara bijîşkên xwe tevger bikin."

5-10 deqîqeyên yekem û dawiyê sivik negirin

Turfan bal kişand ku mirov her ku dest bi meşê kir derkeve tempoya bilind dibe ku barê li ser dil û pergala gera xwînê ji nişka ve zêde bike û got: "Ji ber vê yekê derbas kirina 5-10 deqîqeyên yekem di tempoyeke rehettir de û misogerkirina germbûna laş, pişt re jî gav bi gav bilindkirina leza meşê bi fêde ye. Di dawiya meşê de jî di dewsa rawestana ji nişka ve de divê di çend deqîqeyên dawî de tempo bê hêdîkirin. Beşên germbûn û sarbûnê nexasim ji bo kesên ku di tempoya bilind de dimeşin û kesên ku nexweşiya wan a dil-reh heye girîngtir in."

Tempoya xwe bi 'testa axaftinê' eyar bikin

Prof. Dr. Murat Turfan zêde kir: "Ne neçar e ku hûn di dema meşê de doşiya (nebsa) xwe domdar bişopînin. Ji bo vê yekê rêbazeke gelekî hêsan heye; testa axaftinê. Di dema meşeke ast-navîn de hûn dikarin biaxivin, lê digotina hevokên dirêj de hûn dê bi rehetî zehmetiyê bikişînin. Di beramberî vê de eger hûn ewqas bêhnçikelandî bibin ku nekarin biaxivin, tempo ji bo we dibe ku pirr bilind be. Bêguman ev sînor ji kesekî bo kesekî din diguhere. 'Asta navîn' a kesê ku bi rêkûpêk werzişê dike, dibe ku ji tempoya kesê ku demeke dirêj e bêsekan e gelekî cûda be."

Di rojekê de ne pirr, bi belavkirina li ser heftiyê bimeşin

Turfan tekez kir ku ji bo tenduristiya dil di dewsa meşîna çend saetan a di rojeke heftiyê de, belavkirina livînê li ser giştîtiya heftiyê nêzîkatiyeke rasttir e û got: "Di heftiyê de herî kêm 150 deqîqe çalakiya fizîkî ya ast-navîn armanc bikin. Weke mînak, di 5 rojên heftiyê de meşên bitempo yên 30 deqîqeyî dikarin bibin destpêkek baş. Wekî din, ne neçar e ku hûn ev demê di carekê de temam bikin; bi anîna cem hev a meşên 10-15 deqîqeyî yên di nav rojê de jî hûn dikarin bigihêjin dema giştî. Li vir tiştê girîng ne bernameyeke bêqusûr e, kêmkirina hejmara rojên bêsekan û afirandina nizameke domdar e."

Bal bikişînin ser saeta xwarinê û mercên hewayê

Turfan nîşan da ku nexasim di pey xwarineke giran de kirina meşeke bitempo dibe ku bibe sedema xirabxwarinê, werimîn û hesta nerehetiyê û diyar kir: "Piştî xwarinên mezin hinek rawestîn û destpêkirina meşê di tempoyeke siviktir de dê guncavtir be. Di hewayên germ û şil de birêvebirina germahiya laş zehmet dibe, di hewayên pirr sar de jî bandorên wekî tengbûna rehan û bilindbûna tansiyonê dikarin bêne dîtin. Pêwîst e kesên nexweşiya dil li ba wan heye nexasim di hewayên pirr germ an jî sar de balê bikişînin ser mercên werzişê."

Di van nîşaneyan de meşê berdewam nekin!

Pisporê Kardiyolojiyê Prof. Dr. Murat Turfan diyar kir ku di dema meşê de divê hinek nîşane sivik neyên girtin û wiha axivî: “Di dema meşê de zext an jî guşar di sîngê de; êşa ku li mil, pişta an jî çeneyê belav dibe, bêhnçikandina neasayî; lêdana dil a eşkere; gêjbûna serî; xuyadan a sar an jî hesta mîna dilçûnê çêbibe divê meş berdewam nebe. Nîşane di demeke kurt de derbas bibin jî eger dubare bibin nirxandina bijîşk pêwîst e. Di rewşên mîna êşa sîngê ya diyar an berdewam, bêhnçikandina giran an jî dilçûnê de divê alîkariya tibî ya lezgîn bê girtin. Ji bîr nekin, armanca meşê ne zorikirina sînorên we ye, piştgirîkirina tenduristiya we bi livîna ewle û bi rêkûpêk e.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.