Ji Platforma Nesla Quranê bang: Zarokno haydê nimêjê!

Ji Platforma Nesla Quranê bang: Zarokno haydê nimêjê!

Platforama Nesla Quranê, bi armanca hînbûna nimêjê ji zarokên di navbera 7-10 salîyan de re proxrama “bernameyên nimêjê” da destpêkirin.

Platforama Nesla Quranê ya ku her sal bi şîara ‘Jîyan bi Nimêjê Xweş e’ li giştîyê welat bernameyên meha nimêjê tertîp dike, ji bona armanca hînkirina nimêjê ji zarokên 7-10 salîyan re ji 15 rojan perwergehên ku proxramên kêf û civakî jî tê de hene tertîp dike.

Hat diyarkirin bernameya ku ji îro pê ve dest pê dike, ew ê heta dawîya meha Îlonê bidome.

Platforama Nesla Quranê ya ku her sal zarokên qîz û lawîn ên ku ‘emrên wan di navbera 7-10 salî de ne bi proxramên hînkirina nimêjê de wan hînê nimêjê dike, hemû zarokan ji “Proxrama Perwerdehîya Nimêjê” re bang kir.

Mehmet Emîn Sutçuyê ji Koordînatorên giştî yê Platforma Nesla Quranê derheqê proxrama perwerdehîya nimêjê de agahîyan da û destnîşan kir ku, îhyaya miletekî encax bi dîn, îhyakirina dîn jî encax bi îbadetê çêdibe.

Sutçu diyar kir ku, ew li her bajarên ku îmkanên wan li wê derê heye, di her mizgeft û mescîdan de, di komele, medrese an jî xanîyan de ji bona ku proxrama nimêjê tertîp bikin micadele dikin, û destnîşan kir ku ew ê proxram heta dawîya Îlonê berdewam bike.

Sutçu raihand, ji bona serlêdanê dikarin miraceatê li hemû komeleyên endam û alîkarîyê didin ji xebatên wan bikin.

Sutçu bang ji malbatan re kir ku bila zarokên xwe bişînin proxramê û weha got, “Em hemû gelê xwe bang dikin ku ji bo pêkanîna bernameyên me bi awayekî herî baş ku di xizmeta mebestê de be, her cure piştgiriyê bidin û di serî de spasiyên xwe pêşkêşî hemû perwerdekar, dê û bav û aliyên eleqedar dikin ku beşdarî pêvajoyê bûne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.