Ji Platforma Nesla Qur’anê peyama sipasîyê

Ji Platforma Nesla Qur’anê peyama sipasîyê

Platforma Nesla Qur’anê, bi minasebeta mîtînga ku li Êlihê bi şîara “Xwedî Li Qur’anê Derkeve” tertîp kir ve peyama “Tijîkirina qadan, tirsandina kufrê xweş e. Encax ev ê herî muhîm yê ku bê kirin ev e ku, bi her alîyê xwedî derketina li Qur’anê ye” Da.

Platforma Nesla Qur’anê, bi minasebeta mîtînga ku li Êlîhê bi şîara “Xwedî Li Qur’anê Derkeve” ku ji bona êrîşa ku li Swêdê ji Qur’anê re hatibû kirin hat tertîpkirin peyama sipasîyê belav kir.

Di peyamê de, hat bîr anîtin ku di her dewrê de micadeleya heq û batilê heye û ew ê heta qîyametê jî ev micadele wê hebe, û weha hat gotin, “Di axîrzamanê de, Ji xwedê Tealayê ku di vê micadeleyê de me ji alîyê heqê kirîye re bi hezarcaran hemd û şikir dikin.”

“Bi dehhezaran evîndarên Qur’anê ji cîhanê re dengê xwe qîrandin ku Qur’an taveke ku nayê tefandin e”

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat gotin ku îro em şahidê merheleyeke nû ya di ev micadeleyê de tê dayîn dibin û weha hat domandin, “Em li Êlihê ji bona ku li Swêdê êrîşeke gemar li Qur’ana me ya pîroz hat kirin bi temamî li pîya ne. Me îro carekî dinê jî dît ku ev xelq evîndarê Qur’anê ye. Me carekî dinê jî fêhm kir dema ku mesele meseleya Qur’anê be tiştên dinê hurgilî ne. Bi deh hezaran evîndarên Qur’anê yên ku bi cîwanî û îxtîyarî, bi pîrektî û zilamtî tenê ji Swêdê re na, ji hemû dinyayê re kirin qîrîn ku Qur’an taveke natefe û nayê tefandin e.”

“Tiştê herî muhîm yê ku bê kirin ev e ku bi her alî xwedî li Qur’anê derkevin”

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Em bi wek Platforma Nesla Qur’anê; ji xelqê xwe yê ku de’wa Xwedê ji xwe re kirine derd, ji bona armanceke ewakî xebatê nîşan didin, heqaret li pîrozîyên xwe qebûl nakin û xwe berê qadan didin re sipasîyên xwe pêşkêş dikin, ji hemû birayên xwe yên ku di vê organîzasyonê de keda wan heye re jî dibêjin ku Xwedê ji we razî bibe.

Bê guman hatina cem hev û tijîkirina qadan gelek xweş e, dayîna ewlehîyê ya ji dostan re û dayîna tirsê ya ji kufrê re a bi dengê tekbîran xweş e. Encax bira neyê ji bîrkirin ku ji van jî muhîmtir ev ê ku bê kirin, ji her alîyê xwedî derketina li qur’anê ye. Ji bona ev tiştê jî divê ku em qur’anê bixeyînin, bidin xwendin, fêhm bikin û peyama wê jî ji hemû dinyayê re bidin gihaştin û ji bona ev tiştê jî divê ku em gerek zêde zêde bixwebitin.

Daxwazîya me ya ji Xwedê re ev e ku; me ji Îslama bilind re bike pasdar û me ji wan ebdan bike ku ew Qur’ana bi şeref ji xwe re bike rêber û jîyana xwe li gorî wê bijî û xwe bi wê îhya bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.