Ji Qralê Urdunê Piştgiriya Çepgîran
Qralê Urdunê ‘Ebdullah, di van rojên dawî de bi siyasetmedarên çepgîr û nîjadperestên Urdunê re hevdîtinan pêktîne û li malên wan dibe mêvan
Qralê Urdunê ‘Ebdullah, di van rojên dawî de bi siyasetmedarên çepgîr û nîjadperestên Urdunê re hevdîtinan pêktîne û li malên wan dibe mêvan.
Li ser van gavên Qral ‘Ebdullah, hat diyar îfade kirin ku Qral ‘Ebdullah li hember Îxwan-ul Muslimîn dixwaze piştgiriya muxalefeta çepgîr û nijadperest bike.
Li gor tê gotin, Qral ji bo ku Îxwan ze’îf bike dixwaze ku weke Cepheya Xilasiyê a Millî a Misirê cepheyekê li hember Cema’eta Îxwan-ul Muslimîn damezrîne.
Li gor xebera rojnameya El Heyat, hevdîtin cara yekeme ku ne li ber çavê medyayê tên kirin û bi van hevdîtinan tê xwestin ku hebûna malbata Qraliyetê bê xistin bin garantiyê.
Berdevkê hikûmetê Semîh El Muayita jî got ku, em dixwazin bi xelq re navbera xwe çêbikin.
Ji ber ku dewletê li mazot û benzînê zem kiribû, xelqê xwe berdabû sikaka, li ser vê yekê Qral Abdullah gotibû ku, zemman ji bo ku qîmeta Dînarê Urdunê nekeve kirine.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.