Ji Qurana Pîroza re êrîşeke rezîl: Êrîşdar hat binçavkirin

Ji Qurana Pîroza re êrîşeke rezîl: Êrîşdar hat binçavkirin

Li Sêwasê di hilbijartina Serokatîya Komeleyê û Sazîya Giştî yê Komleya Jîyandin û Çêkirina Qursa Quranê û Camîya Safayê de S.K. yê ku namzed bû bi nigê xwe pêlê Qurana Pîroz kir, ew hat binçavkirin.

Di dema hilbijartina serokatîya ji bo Komeleyê de namzedên serokatîyê axavtinan kirin, S.K. jî di dema axavtina xwe de Qurana Pîroz danî erdê û pêlê wî kir.

Endamên Komeleyên, ji ber hereketa S.K. ji wî re bertek nîşan dan.

S.K. yê ku ji teref ekîbên polêsan ve hat qefaltin bi sûcê “biçûkxistina nirxên dînî” hat binçavkirin.

Ji teref Walîtîya Sêwasê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev heretketa ku li dijî Qurana Pîroz hatîye kirin nayê qebûlkirin û ew ê wê êrîşdarê li ber hiqûqê cezaya bistîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.