Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş peyama Îda Remezanê

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş peyama Îda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Muhterem Edîp Gumuş, bi minasebeta Îda Remezanê peyamek belav kir, di peyama xwe de derheqê meseleyên Xezze, Quds, Mescîdî Eqsa, înfaq, zikat, teblîx û ummetbûyînê de peyamên muhîm da.

Temamê peyama Gumuş ewakî ye:

“Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

“Bêguman, zilamên misliman û jinên misliman, zilamên bawermend û jinên bawermend, zilamên îbadetkar û jinên îbadetkar, zilamên rastgo û jinên rastbêj, zilamên xweragir û jinên sebirkêş, zilamên Xwedêtirs û jinên Xwdêtirs, zilamên xêrker û jinên xêrker, zilamên rojîgir û jinên rojîgir, zilamên namûsparêz û jinên namûsparêz, zilamên ji Xwedê re pir zikirker û jinên zikirker, teqez Xwedê ji bo wan lêborînek û xelateke mezin amade kiriye.” (Ehzab-35)

“Kê ku rojîya Remezanê bigre û bawer bike ku mikafata wê ji teref Xwedê ve bê dayîn, ew ê ginehên wî yên berê bêne bexşkirin.” (Bûharî)

Bi înza Xwedê em ê piştî mehekî ku me rojîyê girtîye, nimêjên ferz û nafîleyan kirîye, Quranan xwendîye û xetiman kirîye wê Îda Remezanê îdreq bikin. Bi vê wesîleyê pêşî ez Îda dê-bav, ewlat, xûşk û birayên şehîdan; malbatên xûşk û birayên me yên ku ji ber xizmetên Îslamî hatine mehkûmkirin; dê-bav, xûşk-bira û ewladên yên ku muhacir bûne û mecbûr mane ku jîyana xwe ji hezkirîyên xwe dûr derbas dikin pîroz dikim. Ji Xwedê dixwazim ku bila îmtîhanên wan hêsan bike, pirsgirêkên wan bighêjîne firehîyê û dinya û axreta wan jin wan re bike wek seadetê.

Îda hemû xûşk û birayên xwe yên ku jîyanên xwe ji xizmetên Îslamê re feda kirine, di sehayên cuda de dixebitin, lazimatîya meddî û menewî yê civakê bi cîh tînin, ji bona ku hem dinya hem jî axireta xwe xweşik bikin nasekinin û dixebitin pîroz dikim. Ji Xwedê daxwaz dikim ku bila sa’y û xîreta xûşk û birayên me zêde bike, ji bona ku xizmetên baş lidarbixin Xwedê ji wan re tenduristî û efîyetê bide, wextên wan bereket bike, mala wan bi hizûrê tijî bike û bereketê bike nav mala wan.

Îda Remezana hemû alema Îslamê bimbarek be. Bila Rebbê min taet û îbadetên her ferdên Ummeta Muhammed qebûl bike. Bila ji wan re qeweta îmanê û siheta bedenê bide. Bila ji wan re qeweta ku di navbera xwe de wehdetê tesîs bikin bide, bila ji wan re qewet û îzzetê bike nisîb.

“Sîyonîstan heta niha negihaştin hedefên xwe û bi îzna Xwedê ew ê negihîjin jî”

Em ê tu demekî jî wan xûşk û birayên xwe yên ku bi navê Misilmanan micadeleya Mescîdî Eqsayê didin, îzzet û şerefa Misilmanan diparêzin, di vê oxirê de malên wan li ser serê wan xera dibin, li ser wan bombe dibarin, ji gule û birçîbûnîyê re hatine mehkûmkirin bîrva nakin. Weka ku tê zanîn û tê dîtin li Xezzeyê xelkê sîvîl felaketekî mezin dijî. Birçîbûnî, bêavî, bêdermanî û qetlîamên ku têne kirin bi gotinan nayê qalkirin. Di derve de alîkarîyekî ku qîma wan bike nayê şandin. Hemd ji Xwedê re di alîyê dinê de cîhad bi qerartî û bi moralekî baş berdewam dike. Micahîdan, ji sîyonîstan re derbeyên ku qet ji wan hêvî nedihat kirin li wan dixin. Çeteyên sîyonîst zayîadên xwe veşêr didin. Hemd ji Rebbê min re ku sîyonîstan heta niha negihaştine hedefên xwe û bi îzna Xwedê ew ê negihêjin jî.

“Divê xelkên Misilman bi tevî micadeleya ku didin li ser îdarevanên xwe zextê bikin ku bila li cem xelkê Fîlîstînê bin”

Bila Xezze, Quds, Mescîdî Eqsa daîma di dilê me, hişê me û duayên me de bin. Em ê ji xûşk û birayên xwe re bi îzna Xwedê di hemû beşan de alîkarîyê bikin. Hûn di malên xwe de qalkirina meseleya Quds û Mescîdî Eqsayê bidomînin. Hûnê boyqotkirina malên alîgirên îsraîla sîyonîst bidomînin. Hûnê beşdarbûna ji meş, civîn, bername û hemû fealîyetên ku ji bona şiûra “Mescîdî Eqsa û Qudsê” bê lidarxistin û vê şiûrê jî bi şiûra cîhadê qewettir bikin têne lidarxistin re bidomînin. Hûnê wan kesên ku li cem xwespkerên sîyonîstan disekinin û barê wan rast dikin dê protesto bikin, pêşîya wan bigrin. Divê xelkên Misilman bi tevî micadeleya ku didin li ser îdarevanên xwe zextê bikin ku bila li cem xelkê Fîlîstînê bin. Bi îzna Xwedê hûnê jî ewakî bin.”

“Bi zikat, fitir, sedeqe û înfaqên xwe ji qezenkirina riza Rebbê me paşve nemînin”

Weka ku em daîma didin bibîrxistin ji înfaqên xwe yên ku hûn berîya Remezanê jî û bi taybetî di meha Remezanê de zêde dikin û didin bidomînin. Bi zikat, fitir, sedeqe û înfaqên xwe ji qezenkirina riza Rebbê me paşve nemînin. Ji xûşk û birayên me yên Xezzeyî re û ji yên mezlum û mihtacên dinê re jî alîkarîyên xwe bidomînin. Ehemmîyeta cîhada ku bi mal tê kirin ji hişê xwe dernexin. Hevdu û xelkê teşwîq bikin ku bila ji bona lazimatîyên xûşk û birayên me bêne temînkirin alîkarîyên xwe yên meddî zêde bikin û belav bikin.

“Fêhma Ummetê; renk, nîjad û zimanê cuda nake, hemû gelan qebûl dike”

Şiûra Ummetbûyînê, ji bo çareserîya gelek pirsgirêkên me yên meddî û menewî lazimatîyên me yên ewil e. Ummetbûyîn û bicîhanîtina hewcedarîya vê şiûrê emrê Rebbê me ye. Fêhma Ummetê; renk, nîjad û zimanê cuda nake, hemû gelan qebûl dike, hemû cudahîya reng, xisûsîyetên fitrî wek dewlemendîyekî qebûl dike û vana jî wek “Ayetên Xwedê” qebûl dike û di nav xwe de dihewîne. Rêya ku mirovan ezîz dike, rêya ummetê ye. Di Îslamê de serdestî bi teqwayê ye. Ayeta 13emîn a Sûreya Hicûratê jî qala vêya dike. Encax mixabin ji ber ku nexweşîna nîjarperestî û qemîyetperestî di nav ummetê de belav bûye em parçe bûn, bela bûn û ziîf man. Ji ber vêya divê em pêşî şiûra ummetê baş zanibin û ji hemû civakê re jî bidin naskirin û fêhmkirin. Dê û bavno, hûnê zarokên xwe bi vê şiûrê perwerde bikin. Hûnê îzîn nedin ku bila zarokên we bi nexweşîna nîjadperestî û qewmîyetperestîyê bikevin. Xûşk û birayên min ên ezîz! Fêhma me ya ummetê ya ku herî xweşik û nîşandar e divê tu dem zerarê nebîne û daîme vê exlaqa xweşik bidomînin.

“Emrî bîl maruf nehyî enîl munker wezîfe me ya eslî ye”

Emrî bîl maruf nehyî enîl munker wezîfe me ya eslî ye. Wezîfeya mu’min e ku mirovan ber bi îbadeta Xweda ve bibe, wan ji xefikên can, Şeytan û hevalên wî dûr bixe û ji bo bextewariya dinya û axretê bixebite. Divê em di her şert û hawîrdorê de ji bo pêkanîna vê berpirsiyariyê hewl bidin. Hûn ê ji bona ku xwe ji ciwanan re bighêjînin hemû rêyên rewa biceribînin. Her kes wê ji zarokên xwe dest pê bike. Hûnê zarokên xwe bi dîyalogekî xweşik û di çarçoveya exlaqa Îslamê de perwerde bikin. Hûnê di sewq û îdareya wan de bidîqet û bi lerz bin. Hûnê bi wan re biçin Camîyan, komeleyan, mîtîngan, fealîyetên alîkarîyan û semînerên îlmî. Bi wesîleya zarokên xwe ji xwarz û birazîyê xwe re, ciwanên cîran re û hevalên wan yê dibistanê re bighêjînin, wan jî bi xweşikahîyên Îslamê bidin naskirin. Dîsa minasebeta hebo hebo yanê ferdî tu dem îxmal nekin. Bi vî alîyên xwe bibin mînak.

“Heta ku ne ji derveyê çarçoveya Îslamê be kevneşopî û ededên civakê loma nekin”

Bi eqrebe û derdorên xwe re eleqeyê nîşan bidin. Ji kêf, xemgînî û kelecanên xizmên xwe re bêdeng û bêhîs nemînin. Di nav jîyanekî ku ji civakê cuda ye de nebin. Di nav xelkê de û bi xelkê re bin… Dibe ku her eşîr, herêm, bajar û malbatek adet, urf û kevneşopîyên wan hebin. Heya ku li derveyî çarçeweya Îslamê nebin, edet û kevneşopîyên civakê xerîb nebînin. Ji wan dûr nemînin. Adetên baş jî bikin. Bi mirovan re bin, bi wan re tevbigerin da ku ew xweşikahîya ku hûn hildigirin nas bikin û ji van xweşikahîyan sûd werbigirin.

Bi van daxwazan ez careke din Îda Remezanê li we pîroz dikim û ji Xwedayê Rebbê alemê hêvî dikim ku di îdên nû yên ku mumin ezîz û mizeffer in me bighêjîne hev.

Birayê we Edîp Gumuş.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.