Ji rejîma îşxalker hat îddîakirin ku 8 leşkerên wan li Xezzeyê bi “guleyên dost” mirine

Ji rejîma îşxalker hat îddîakirin ku 8 leşkerên wan li Xezzeyê bi “guleyên dost” mirine

Rejîma îşxalker a sîyonîst, îddîa kir ku di nav hefteyekî dawîn de 8 leşkerên wan li Xezzeyê di encama “guleyên dost” de mirine.

Li gorî medyaya rejîma îşxalker a sîyonîst, di encama guleraşandin û teqemenîya “bêhemdî” a li Xezzeyê de 8 leşkerên îşxalê mirine.

Di daxuyanîya ku ji teref hêzên îşxalker ve hat belavkirin de hat destnîşankirin di bûyerên ku tê gotin bi “guleyên dost” pêk hatine de leşkerên birîndar jî hene encax derheqê van wexta bûyeran ku kêngî pêk hatine de ti agahîyek nehat dayîn.

Çapemenîya Fîlîstînê jî diyar kir ji bona ku rejîma terorîst mirî û birîndarên xwe yên li Xezzeyê veşêrbide û hejmarê wan xelet nîşan bide, bûyerên ku çêdibin bi gotina “guleyên dost” ser wan digre.

Rejîma îşxalker diyar kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve 392 leşkerên wan mirine lê çapemenîya berxwedanê jî dibêje ev hejmar ji diyarîyên wan qet qet zêdetir e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.