Ji rektorê Zanîngeha Êlihê sepana 28ê Sbatê
Prof. Dr. Aydin Durmuşê ku di 21ê Çileya 2017an de ji teref Serokomar Erdogan ve wek rektorî tayînî ZanîngehaÊlihê hat kirin sepana 28ê Sibatê kir dewrê.
Hat ragihandin Prof. Dr. Aydin Durmuşê ku di 21ê Çileya 2017an de ji teref Serokomar Erdogan ve wek rektorî tayînî Zanîngeha Êlihê hat kirin sepana 28ê Sibatê kir dewrê û li hember tesettûrçê bêtehamûlî û gircomîyan xwe nîşan dan.
Nivîsa ku ji teref Rektor Prof. Dr. Aydin Durmuş ve ji Dekantîya Fakulteya Ilmên Îslamî re hat şandin sepana û pêvajoya darbeya postmodern a 28ê Sibatê anî bîran.
Di nivîsa ku hat şandin de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Li Kampusa Ramana Rojava di wextên cûda cûda gelek kes şahid bûne ku pîrekên ku bi temametî nixûmandî, bi pardosu, bi peçe û bi berçevk in tên û diçin. Ev yek bûye sedema dilmetirsîyê. Hatiye telepkirin ji bo tespîta çareserîya ev cûr nixûmandinê rayedarên pêwîst bên agahdarkirinç Ew xwendekarên ku qala wan hatine kirin ji ber ku xwendekarên beşa dekantîya me ne, ez rica dikim ku derheqê wan de li gor ‘Rêziknameya Cil û Bergên Xwedenkarên Sazîyên Perwerdehîya Bilind’ tiştê pêwîst bê kirin.”
Her weke ku dê bê bîran Rektor Durmuş yekî ku ne îlahîyatnas bû ji beşa Fakulteya Ilmên Îslamê re wek dekan tayîn kiribû.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.