Ji rêvebiriya Zanîngeha Dîcleyê re bertek
DİYARBEKİR - Ji bo Îmtîhana Sîyerê ya ku dê li gelemperê Tirkiyê were lidarxistin Ji teref xwendekarên Qluba Bîlge Gençlîka Zanîngeha Dîcleyê ve di gel destûrê bê binasî hat rakirin.
Qluba Bîlge Gençlîka Zanîngeha Dîcleyê ji bo îmtîhana Sîyerê ya ku dê Platforma Evîndarên Pêxember li gelemperê Tirkiyê li dar bixe wek bi destûr stand hat vekirin. Di sazkirina roja 3 yemîn a standê de rêvebiriya zanîngehê bê binasî standê da rakirin.
Qluba Bîlge Gençlîka Zanîngeha Dîcleyê di derbarê mijarê de daxuyanî da û ji rêvebiriya zanîngehê re bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin:
“Wek Qluba Bîlge Gençlîka Zanîngeha Dîcleyê me ji bo ku dê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi navê ‘Wî bixwîne, Wî bijî’ îmtîhan were lidarxistin çendîn bar me ji bo vekirina standê li rektorê serîlêdan kir. Serîlêdana me ji teref rektortiyê ve bi binasiya ku kêm e hat redkirin. Serîlêdana me ya ji bo vekirina standê hat qebûlkirin. Bernameya me ya vekirina standê di faqulteyên Îlahiyat, Faqulteyên Perwerde û Hekîmtiya Diranê de di nav 5 rojan de pêk hat. Bernameya me 2 rojên ewil di faqulteya Îlahiyatê de pêk hat. Standa ku me di faqulteyên Faqulteyên Perwerde û Hekîmtiya Diranê de vekir bê binasî ji teref polêsan ve hatin rakirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Ev rakirina stanta ku rêvebiriya Zanîngeha Dîcleyê destûr dabû lê dûvre rakiriye nayê qebûlkirin. Her sal bi hezaran însan beşdarê vê îmtîhanê dibe. Helwesta rektortiyê ya li dijî vê yekê muemeuleya salên berê aniye hişê mirov.”
Rektortî destûr nedaye konferansa bi navê “Hewldana derbeya 15ê Tîrmehê” jî
Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Helwesta rêvebiriya zanîngehê ya nû ya li dijî koma me bes li dijî standa îmtîhanê nebûye. Rektortî destûr nedaye konferansa ku dê me di 21ê Berfanbarê de roja Çarşemê bi navê ‘Ji doh heta îro derbe û hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ‘ jî. Wek Qluba Bîlge Gençlîka Zanîngeha Dîcleyê em vê helwestê şermezar dikin û hêvîdar in ku rêvebir ji vê yekê re bê deng nemînin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.