Ji ser qetlîama Roboskî ya ku tê de 34 kes hatin qetilkirin 11 sal derbas bûn

Ji ser qetlîama Roboskî ya ku tê de 34 kes hatin qetilkirin 11 sal derbas bûn

Berî ve 11salan li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebanê di bomberana balafirên şer de 34 gundîyên ku zarok jî di nav wan de hebûn canê xwe ji dest dabûn. Ji ser qetlîma Roboskîyê 11sal derbas bûn, lê hêj kesên berpirsîyarê vê qetlîamê ne, nehatin dîtin

Di encama bomberana ku ji teref balafirên şer li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebana Şirnexê hat kirin de exlebeyê wan zarok tevde 34 kesên siwîl canê xwe ji dest dabûn. Ji ser vê qetlîama ku li Roboskîyê hat kirin, 11 sal derbas bûn. Lê belê hê jî kesên berpirsîyarê vê qetlîamê nehatin eşkerekirin. Kesên ku mexdûr bûne di salvegara 11emîn a qetlîama Roboskîyê de bi bernameyên ku tên lidarxistin tên bibîranîn.

Malbatên kesên ku di qetlîamê de hatin kuştin tazmînata ku dewlet dabû wan red kiribûn û xwestibûn kesên berpirsîyar demildest werin eşkerekirin. Lê belê ev bû 11 sal ku hê jî kesên berpirsîyar nehatin diyarkirin û nehatin darizandin ku ev yek jî êş û kesera malbatan zêde dike.

Di sala 2011an de gundîyan wekî her neqil ji bona debara malbatên xwe derbasî wî rexê sînorê bûbûn û di rêya vegerê de hatibûn qetilkirin. Li gor îddîayan, kesên ku ji wî rexê sînorê bi ber gundê xwe ve dihatin ji eskeran re hat gotin ku kesên ku tên PKKyî ne. Ji ber vê yekê balafirên şer bombe di ser gundîyên ku dihatin de berdan. Di bombebarandina ku hat kirin de 17 jê zarokên 15-20 salî bûn ku tevde 34 kes canê xwe ji dest dan. Ji bombebaranê têne gundîyek sax filitî bû.

Piştî qetlîama ku hat kirin re hikûmet demeke dirêj bêdeng ma û qet tu agahî neda ku ev yek jî bûbû sedema bertekan. Ji ber vê bêdengîya hikûmetê hat îddîakirin ku qetlîama ku hatîye kirin bi heqê wê nayê vêkolînkirin. Her wiha ji kesên mexdûr bi şiklekî fermî jî lêborîn nehat xwestin. Malbatên kesên ku canê xwe ji dest dabûn tazminata ku dewletê da wan red kiribûn û xwestibûn ku kesên berpirsîyar in berî kêlîkê werin peydekirin. Lê belê temamên bangawazî û xwestekên kesên berpirsîyar dernexistin holê.

Her weke ku tê zanîn piştî bûyerê di bunyeya Komîsyona Lêkolîna Mafên Însanan a TBMMê de Komîsyona Jêr a Qilebanê derbarê qetlîama ku hatibû kirin de raporek amedekiribû û di raporê de hatibû destnîşankirin ku di warê bi zanabûn kirina qetlîamê de tu delîl nehatine peydekirin.Ev yek jî tu kesî tatmîn nekiribû û bûbû sedema zêdebûna bertekan.

Malbatên kesên ku di bomberanê de hatibûn qetilkirin di pêvajoyê de serî li Mahkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê dabûn piştî micadeleya hiqûqê ya ku 7 salan berdewam kiribû de mahkemê qerara redê dabû. Lê belê malbat diyar kiribûn ku ew ê heqên xwe bigerin.

Her weke tê zanîn hikûmet piştî qetlîamê ji bûyerê re bêdeng ma, ji kesên mexdûr lêborîn nexwest û kesên berpirsîyar dernexist holê ku ev tewr û kiryarên hikûmetê bû sedem ku gundî tev xwe bavêjin hembêza PKKê.PKKê jî vê yekê îstîsmar kir û di her xwepêşana ku kir de van malbatan da pêş. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler