Ji ser qetlîama Xocaliyê 29 sal derbas bûn

Ji ser qetlîama Xocaliyê 29 sal derbas bûn

613 kesên ku di 26ê Sibata sala 1992an de li Xocaliya bajêra Herêma Qarabaxa Azerbeycanê ji teref Ermenistanê ve hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Dema ku dîrok 26ê Sibata sala 1992an nîşan dide çeteyên yekîneyên Komareya Ermenistanê  li ser bajêra Xocaliya Herêma Qarabaxa Jorîn a ku girêdayê Azerbeycanê ye de girtin û 106 jê pîrek, 63 zarok, 70 extiyar tev de 613 welatîyên Azerbeycanê bi şikleke wehşîyane û hovane qetil kirin û 150 kesan jî êsîr girtin ku ji wê dîrokê vir ve hêj aqûbeta wan kesên êsîr nayê zanîn.

Piştî êrîşa hovane ya ku li hember siwîlan hat kirin re ji sedî 20ê axên Azerbeycanê ji teref Ermenistanê ve hat îşxalkirin û zêdetirî milyonek welatîyên Azerbeycanê ji war û wargehên xwe bûn û bûn koçber.

Şênîyên ku li Xocaliyê dijîyan li ser nufusa Azerbeycanê qeydkirî bûn û ji Mislimanên Azakê bûn. Qetlîam bi niyeta valakirina Herêma Qarabaxê bû.

Piştî ku 29 sal ji ser qetlîama wehşîyane û hovane derbas bû re hinek welatên mîna Endonezya, Komareya Çek, Meksîka, Kolombîya û Pakîstan qetlîama ku hat kirin wek jenosîd û qirkirinê qebûl kiribûn; lê belê digel vê yekê civaka navneteweyî ji vê yekê bêdeng ma.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.