Ji ser şehadeta şehîd Şêx Zekî 30 sal derbas bûn

Ji ser şehadeta şehîd Şêx Zekî 30 sal derbas bûn

Şêx Muhammed Zekî Atak di tarîxa 1992yan de ji teref PKKê ve ji ber falîyetên Îslamî hat şehîdkirin.

Şehîd, li navçeya Cizîra Şirnexê ji ber fealîyetên Îslamî di tarîxa 19ê Sibatê sala 1992yan de ji teref PKKê ve kemînek hat danîn û di wê kemînê de hat qetilkirin, ew di salvegera şehadeta xwe de nehat jibîrkirin.

Şehîd Şêx Zekî di tarîxa 1956an de li gundê Nawyana Şirnexê hat dinyayê.Dibistana Pêşî li gundê xwe xwend û dû re dest bi perwerdehîya medreseyê kir. Di ‘emrê xwe yê 15-16 salî de ji xelqê re dest bi weazan kir. Li medreseyê îcazet girt û dû re li gundekî meletîyê kir. Şêx Zekî ji teref gundîyan ve gelek dihat hezkirin, bi xêra wî li gund heyatekî Îslamî hatibû destpêkirin. Şêx Zekî dû re mala xwe bir Cizîrê û li vê derê di perwergehekî yê ku aîdê Serokatîya Karên Dîyanetê ye de mamostetîyê kir. Ji ber ku Tirkî, Erebî û Kurmancî baş zanibû bû tercimanê herêmê yê Dîyanetê bû. Li herêma wî carna pêşbirka xwendina xweşik yê Quranê dihat tertîpkirin û ew jî di van pêşbirkan da daîma dibû yekemîn.

Şêx Zekî ‘Îlma Tecwîdê baş zanibû, xebatên wî yên dinê jî hebû û ji wan xebatan yek jî ev bû ku, ew hinek kitêbên Erebî vedigerand Tirkî û carna jî şiîran dinivisand.

Li herêmê xwedî gotin bû û hukmên ku ew dabû û gotinên ku ew digot jî ji teref mirovan ve îtîbar lê dihat anîn. Ew meseleyên ku di nav xelqê de çêdibûn jî bi qanunên Îslamî çareser dikir. Wan meseleyên ku mirov bi hev nedikirin, ji bona çareserîyê diçûn cem şehîd û ji çareserîya şehîd jî dilxweş dibûn.

Şêx Zekî li taxa ku tê de rûdinişt bi alîkarîya xelqê mizgeftekî ava kiribûn. Ew mizgeft hê jî heye û ji mizgeftê re navê şehîd lê danîne, wê demê di kêlekên mizgeftê de jî hinek odeyan lêkiribûn û wan odayan jî kiribûn medrese.

PKK zanibû ku Şêx Zekî ji teref xelqê ve tê hezkirin û xelq bi gotina wî dikir, ji ber vê yekê ji şêx re teklîf kirin ku bila ew û şêx bi hev dû re bixebitin. Şêx Zekî vê teklîfa wan qebûl nekir û ji ber vê yekê PKK wî tehdît dikir. Şêx ji ber ku ji teref xelqê ve dihat hezkirin û gotinên wî dihat qebûlkirin, PKK ditirsîya wî bikûje. Ew wî nedikûşt lê bi vira û îftîrayan daxwaz dikirin ku bila şêx li ber çavê xelqê reş bibe.

Şêx Zekî, ji gelek teşebbûsên sûîqast xelas bûbû. Bi tevî hevalên xwe di bin embargoyê de mabû. Gundê ku şehîd tê de jîyan dikir ji teref PKKê ve dihat dorpêçkirin. Wan nedihêşt ku ew malên xwe bibin çarşîyê bifroşin û nedihêştin ku bila kes jî ji wan re tiştekî bifroşe. Wan mirovên ku ji gundê şêx re xwarinê dibirin jî dihatin tehdîtkirin. Seyyîd Hesen û Huseyîn jî dema ku ji wan re alîkarîyê dibirin ji teref PKKê ve hatin revandin û hatin şehîdkirin.

Şêx Zekî, di tarîxa 19ê Sibatê sala 1992yan de di encama kemîneke ku ji teref PKKê ve hatibû danîn de di nav pevçûnekê de hat şehîdkirin. Erebeyekî yê ku ji bona Şêx Zekî bibe nexweşxaneyê jî nedihat dîtin. însan ditirsîyan ku wî bikin erebeyên xwe û wî bighêjînin nexweşxaneyê. Rojekî dinê hevalên şehîd di binê baranê de û bi tekbîran wî defn kirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler