Ji Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê re Zeynel Abîdîn Gulsever hat hilbijartin

Ji Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê re Zeynel Abîdîn Gulsever hat hilbijartin

Ji cîhê Vedat Turgutê ku di Kongreya Asayî ya 4emîn a Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê de îstîfaya xwe daxuyand re Zeynel Abîdîn Gulsever hat bijartin.

Serokatîya Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PARê di Navenda Kongre û Çanda Sezaî Karakoçê de bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Kongreya Asayî ya 4emîn li dar xist.

Vedat Turgutê Serokê Bajarê Dîyabekir yê HUDA PARê di kongreyê de piştî hilbijartina dîwanê axavtina silavdayînê kir û daxuyand ku ew ji wezîfeya xwe ya ku bikartîne îstîfa dike.

Zeynel Abîdîn Gulsever ku ji hilbijartinê re ew tenê navê xwe nivîsandibû, ji partîtîyan re axivî.

Gulsever di axavtina xwe de ji ber vê wezîfeya nû ya ku ji wî re hatîye dayîn teşekur kir, wî bal kişand dema ku ew vê ala ku ji serokê berê yê ku ji Dîyarbekirê re xizmetê kirîye distîne ew ê bi heman qerartî û îstîqrarê ji xizmetê re berdewam bike.

“Ji bona ku projeya sîstema biray bê çêkirin em ê şopînerbin”

Gulsever di axavtina xwe de derheqê pirsgirêkên Dîyarbekirê de jî balan kişand û weha got, “Di serê pirsgirêkên Dîyarbekirê me de ku lazim e bê çareserkirin pirsgirêka ciwanîyê ye. Di van çend salên dawîn de buhran û valahîyekî ciwanîyê heye ku ketîye bin tesîra çanda emperyalîzmê. Di warê îstîhdam û nedîtina kar de pirsgirêka ciwanên me hene, pirsgirêka ciwanên me hene ku dixwazin bizewicin û nikarin ji xwe re malekî çêbikin û pirsgirêka wan yê menewîyatê heye.”

Gulsever di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku pirsgirêkekî dinê yê bajêr jî pirsgirêka trafîkê ye, “Pirsgirêka trafîkê ya bajarê me heye ku êdî bûye wek îşkenceyê. Projeya sîstema biray yê ku dihat gotin ew ê ev proje pirsgirêka trafîkê çareser bike bes tenê di gotin de maye. Di vê rewşê de qasê derzîyekî jî pêşveçûnek nehatîye kirin. Ji bona ku projeya sîstema biray bê çêkirin em ê şopînerbin.”

Gulsever bal kişand ku Dîyarbekir bajarekî menewîyatê ye, ev bajêr bajara Haremê Şerîf a 5emîn e, ev bajêr bajarekî ku ji gelek sehabî û pêxemberan re malxwêyêyî dike ye, Dîyarbekira me ya ku gerek ji wî bêhna menewîyatê bihata, di salên dawîn de dûçarê çanda emperyalîzmê bûye û Gulsever îfade kir ku ew ê ji menewîyata vê bajarê re xwedîtîyê bikin.

“Em ê ji bona ku projeya nexweşxaneya bajêr yê ku ji pirsgirêka nexweşxaneyê re çareserîyek e bê çêkirin micadeleyê bikin”

Gulsever, di berdewama axavtina xwe de derheqê zîraet û zandarîyê de jî axivî û weha got, “Bi taybetî em di dewrekî wisa de derbas dibin ku di vê dewrê de koçeke ku ji gundan ji alîyê bajêr re tê kirin re derbas dibin. Hûn jî zanin ku di bajara me de avabûna senayîyê tineye û ji ber vê yekê bajarê me nikare vê nifûsê xwedî bike. Em jî ji bo alternatîfa vê tiştê ji bona ku zîraet û zandarî zêde bibe wê gavan bavêjin. Bi taybetî em di dewrekî ku zîraet û zandarî gelek biqîmet e de derbas dibin. Em ê jî ji bona vêya cîhekî ku nehatîye çandin wê nehêlin.”

“Pirsgirêkek dinê yê bajarê me jî pirsgirêka kêmasîya nexweşxane û doxtor e”

Gulsever di dawîya axavtina xwe de weha got: “Nexweşxaneyên mewcût yên di bajarê me de hene kêm in û qîm nakin. Bi taybetî bidestnexistina randevûyan û kêmasîya hejmarê doxtoran di serê pirsgirêkan de tênê. Ji bona çareserîya vê pirsgirêkê jî em ê ji bona ku projeya nexweşxaneya bajêr bikeve rewacê wê micadeleyê bikin. Helbet xeyn ji van pirsgirêkên ku min jimartîye pirsgirêkên me yên dinê jî hene. Em ê tev bi hev re ji bo çareserîya van pirsgirêkan micadeleyê bikin. Em bi tevî hevaldozên xwe yên biqîmet, ji bo barkirina Dîyarbekirê yê ji sibehên ronahîyê re bi ezm û enerjî tijî ne. Em di ronahîya bawerî, biqerartî û dirûstîya xwe de, ji bona ku ji însanên vê bajarê re xizmetê bikin li vê derê ne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.