Ji Serokatiya HUDA PARê yê Stenbolê banga “Xwedî li Zimanê Xwe Derkeve”

Ji Serokatiya HUDA PARê yê Stenbolê banga “Xwedî li Zimanê Xwe Derkeve”

Serokatiya HUDA PARê yê Stenbolê ji bo dersên hilbijartî yê dibistana navîn Kurdî bên tercîhkirin bi temaya “Ez Zimanê Dayikê hildibijêrim” daxuyaniya çapemenîyê çêkir û ji xwendekar û malbatan re banga xwedî derketina li zimanê dayikê kir.

Daxuyaniya çapemenîyê ya ku li Qada Bagcilarê hat kirin; Parêzer Mahmut Şahinê Alîkarê Serokê Karên Hiqûk û Mafên Însana yê HUDA PARê, Serokê Bajêr Mehmet Eşîn, gelek endamên partîyê û gel başdarî bûn.

Bernameya ku bi xwendina Qur’ana Kerîm a ji teref Mela Abdulbarî Çelîk ve hat xwendin destpêkir bi axaftina Mehmet Eşîn dewam kir.

c24e8651-0de2-4658-9b1d-da74bf0dd297.jpg

“Ziman mîrasa hevpar a însanîyetê ye, divê xwedî bê derketin”

Mehmet Eşîn wisa dewam kir, “Evan her yek ayetên ji ayetên Xwedê ne. Mixabin li erdnîgarîyê me di encama polîtîkayên rojavayê zimanê Kurmancî û gelê Kurd hat înkarkirin. Elhemdulîllah dev ji vê xeletîyê berdan û di dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ne de weke dersên hilbijartî heqê fêrbûna zimanê dayikî hat dayîn. Daxwaza me ji malbatên me ew e ku ziman winda nebin. Ziman mîrasa hevpar a însanîyetê ye, divê xwedî bê derketin.”

Em li vê erdnigarîyê de borayê hevin. Ger em li vê welatê de weke birayên hev nejîn çi Kurdan çi Tirkan li vir nahewînin. Ji ber vê yekê ev gav gaveke muhîm e.

“Gava ku ji bo Kurdî hatiye avêtin biçûke lê girîng e”

cb188125-05ad-4250-9f09-5f4150f928ee.jpg

Di bernameyê de Koordînatorê Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) Fewzî Bulgan jî got, daxwaza me ji malbatên me ew e ku ziman neyên windakirin, pêngava ku ji bo zimanê Kurdî ji sala 2012an û vir ve di nava Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de wek bijarte tê avêtin, kêm e, lê girîng e û wê bibe bingehê derfetên mezin.

Bulgan ji bo hewldanên çend salên dawî yên ji bo Kurdî HUDA PARê tebrîk kir.

Piştî axaftinan him Tirkî him Kurmancî daxuyanî hat belavkirin. Daxuyanîya Kurmancî Parêzer Muhemmed Harun Vergîlî xwend.

8f85460d-bbc4-4c9f-bd86-8fad96e9e295.jpg

“Zimanê me mîrasa me ya çandî û temînata nasnameya me ye”

Parêzer Muhemmed Harun Vergîlî wisa dest kir:

“Welatîyên bi qedr û qiymet û endamên hêja yên çapemenîyê!

Zimanê me bes ne wasitaya ragihandin û têkilîyê ye. Zimanê me mîrasa me ya çandî û temînata nasnameya me ye. Zimanê me yê dayikê; malbata me û strageha me ye. Zimanê me; bextewarî, huzn û şîn, bîranîn û xatira, tecrube, hêvî, xewn û xeyala me ye. Ew mîna şîrê dayika me pak û paqij e.

Em wek HUDA PARê bawer dikin ku ziman û bawerîya me ne tenê di nav şexsan de bi heman awayî di nav wan zimanên din û civakan de jî hezkirin û xweşbînîyê belav dike û dibe wesîle û wasitaya hevnaskirin û piştgirîyê. Dîsa li gorî me feqîrtîya zimanan ew ê bibe sedema xelaya curbicurîya çandê.

Dema ku zimanê dayikê bi gotineke din zimanê zikmakî tunebe ew ê welatîyên me nikaribin xwe bi rihetî îfade bikin û xwe di nav civakê de bigirin. Ew biratîya neslên berî me, kûrahîya îmanê û temamê ew kodên din di nav zimanê me de veşartî ne. Ji ber vê yekê li gorî me ger zimanek zeîf an jî winda bibe ev yek nayê wê maneyê ku bes zimanek ji holê radibe; li gorî me dema ku zimanek zeîf an jî winda dibe ev yek dibe sedem ku temamê çand, huner û edebiyata wî zimanî bimire û winda bibe.”

f45710f6-0474-4306-8da6-606bf5f96c12.jpg

“Mislimanan dema tiştekî ji bo xwe xwestin mecbûr in ji birayên xwe yên Misliman re jî bixwazin”

Vergîlî gotinên xwe wisa domand, “Lazim e xwedîtî li zimanê dayikê bê kirin ku ziman ayetek ji ayetên Xwedê û hewla parastina mîrasa hevpar a însanîyetê ye. Lewra her zimanek dibe wesîle ku mirov bi çavekî cuda li kaînatê mêze bike û bi şiklekî cuda kaînatê fam bike. Rebbê me jî di kitêba muqaddes Qurana Kerîm de dibêje ku wî em bi reng û zimanên cuda xuliqandine da ku em vê yekê bikin wesîleya hevnasîn û piştevanîyê. Bêşiphe temamê Mislimanan dema tiştekî ji bo xwe xwestin mecbûr in ji birayên xwe yên Misliman re jî bixwazin.

Bi van hest û ramanan em bang li welatîyên xwe dikin da ku destekê bidin wan xebatên me yên ku em ê di çarçoveya “Bi Zimanê Xwe Diştexilim û Bawerîya Xwe Dijîm” de bikin. Li wan mektebên navîn ziman wek dersên bijarte dikarin bên hilbijartin. Bi vê wesîleyê em bang li xelqê xwe dikin da ku dersên Kurdîya Kurmancî û Zazakî tercîh bikin ku ew zimanê zikmakî yê bi milyonan welatîyên me ye. Dîsa em bi vê wesîleyê bang li gelê xwe dikin da ku dersên Heyata Pêxemberê me û Qurana Kerîm jî tercîh bikin.”

“Rê li ber mamosteyên zimanê Kurdî vebin da ku ew karibin li mekteban dersên Kurdî bidin”

Vergîlî di dawîya gotinên xwe de wisa got,

“Em bawer dikin ku eger em van dersan tercîh bikin ew ê ev yek bibe wesîle ku dînê me bê hînbûn û ji neslên bên re bê neqilkirin. Nexasim jî ew ê ev yek bibe wesîle ku erdnigarîya me dewlemendtir bibe, tifaq di nav me de geş bibe û rê li ber wan mamosteyên zimanê Kurdî vebin da ku ew karibin li mekteban dersên Kurdî bidin.

Mala temamê welatîyên me yên ku di vî warî de xwedî hassasîyet in ava be û Xweda xêra wan qebûl bike.

Herî dawî di warê hilbijartinên dersên Kurdî de em dixwazin vê yekê bibêjin:

Belê rast e bi gulekê bihar nayê; lê her bihar bi gulekê dest pê dike…” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.