Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye

Serokê Giştîyê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Musab Halafê rêvebirê Hereketa Cemaeta Îslamîya Libnanê ye û Bîlal Halafê endemê cemaetê ye ku ji teref êrîşa rejîma îşxalker hatin şehîdkirin re ji Cîgirê Serokê Hereketê Dr. Îmad Hûtê re taziya xwe kir

Duh di êrîşa rejîma îşxalker a li ser gundê Meydûn ê herêma Geliyê Beka ya li nêzî sînorê Sûriyê yê Lubnanê de; Rêveberê payebilind ê Tevgera Cemaeta Îslamî ya Lubnanê Musab Halaf û endamê cemaetê Bîlal Halaf hatin qetilkirin.

Ji gelek deverên alema Îslamê peyamên sersaxiyê û taziyeyê tên.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî Konferansa 5.a Platforma Qudsê ya Navbera Parlementera bû ku li Stenbolê li otelekê hat lidarxistin, Dr. Îmad Hûtê Alîkarê Serokê Giştî yê Cemaeta Îslamê ya Lubnanê ku ji beşdarên konferansê bûbû sersaxîya Musab Halafê yek ji rêveberên Cemaeta Îslamê ya Lubnanê ku di êrîşa rejîma dagîrker de şehîd bû û ji bo endamê cemaetê Bîlal Halaf re xwest.

Di civîna ku Alîkarên Serokên Giştî yên HUDA PARê Abdullah Aslan û Mehmet Eşîn lê amade bûn de Yapicioglu ji bo gelê Lubnanê bi taybetî ji endam û dildarên Cemaat-î Îslamê re sersaxî xwest. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.