Ji Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad derheqê “Heftîya Qudsê ya Cîhanê” de peyam

Ji Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad derheqê “Heftîya Qudsê ya Cîhanê” de peyam

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad ji ber Heftîya Qudsê ya Cîhanê ya ku dê îsal yekemîn car bê tertîpkirin de daxuyanîyek belav kir.

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Hêza ku dê îro jî zaferê bike nesîbê me, berdana dev ji îxtîlafan û li dora Qudsê kom bûn e.”

“ Hêza ku dê îro jî zaferê bike nesîbê me, berdana dev ji îxtîlafan û li dora Qudsê kom bûn e”

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de hedîseya Îsra û Mîracê di bîran xist û balan kişand li ser ehemîyeta Qudsê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber îxtîlafên di nav Mislimanan de Quds îro di bin îşxalê de ye. Ji Selahaddînê Eyyûbî re bû nesîb ku ummetê ji xewa xefletê hişyar bike û Qudsê ji bin esareta 88 salane rizgar bike. Ji ber ku ummet li dor hedefa rizgarkirina Qudsê li hev kom bû ev feth pêk hat. Hêza ku dê îro jî zaferê bike nesîbê me, berdana dev ji îxtîlafan û li dora Qudsê kom bûn e.Îro ji ber ku nêzî 2 milyar Misliman dev ji hiqûqa biratîyê berdane û ketine nava îxtîlafê, siyonistên îşxalker warên mibarek û pîroz îşxal dikin. Quds digel derdora xwe mibarek hatiye îlankirin. Di ser da hezar sal derbas bibe Jî ew ê Misliman dev ji doza Mescîda Eqsayê bernedin. Wezîfeya me ya sereke ew e ku em vê doza Qudsê ji zarokên xwe û neslên bê re hîn bikin û hewl bidin ku ev doz neyê jibîrkirin.”

“Li gor me temamê xebatên ku ji bo azadîya Qudsê tên kirin ji bo tesîskirina yekîtî û digelhevîya ummetê tên kirin”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de qala ehemîyeta “Heftîya Qudsê ya Cîhanê” kir û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Ji îsal pêve ew ê hefîya dawî ya meha Recebê ya ku  şeva Mîracê jî di nav de ye di nav alema Îslamê de wek ‘Heftîya Qudsê ya Cîhanê’ bê bîranîn. Ji bo neyê jibîrkirin ku Beytul Maqdîs di bin îşxalê de ye û ji bo ku ew micadeleya ku ji bo rizgarkirina wê tê dayîn neyê jibîrkirin emê di salên pêşîya me de ‘Heftîya Qudsê ya Cîhanê’ pîroz bikin. Li gor me temamê xebatên ku ji bo azadîya Qudsê tên kirin ji bo tesîskirina yekîtî û digelhevîya ummetê tên kirin.Qandîla Mîracê ji bo temamê alema Îslamê pîroz û mibarek be û ez hêvî dikim ku ev yek bibe wesîleya azadbûna Qudsê.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.