Ji Serokê Navçeya Erxeniyê yê HÜDA PARê berteka qanala GAPê ya ku nayê bikaranîn: 11 gund li benda avê ne

Ji Serokê Navçeya Erxeniyê yê HÜDA PARê berteka qanala GAPê ya ku nayê bikaranîn: 11 gund li benda avê ne

Serokê Navçeya Erganiyê yê HÜDA PARê Uğur Uşar, bertek nîşanî qanala avdanê nayê bikaranîn ya ku di çarçoveya GAPê de li Erxeniyê hatibû çêkirin de diyar kir ku eger av bide qanalê, wê 110 hezar hektar erdê çandiniyê jê sûd werbigire.

Qanala avdanê ya ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) de li navçeya Erxeniya Diyarbakırê di sala 2012an de hatibû çêkirin û dirêjahiya wê nêzîkî 35 kîlometre ye, 14 sal in bêkêr li bendê ye. Qanala avdanê ya ku tenê çend taxên gundewarî dikarin jê sûd werbigirin, piştî beşa ku bi axê hat girtin nakeve xizmeta 11 gundan.

Tê texmînkirin ku eger qanala behsa wê tê kirin avê bide van 11 taxên ku jê bêpar hatine hiştin, wê nêzîkî 110 hezar hektar erdê çandiniyê jê sûd werbigire û tê diyar kirin ku li van zeviyan ji berhemên duyemîn jî berhem dikare bê bi dest xistin.

"Axa me pir bi ber e lê me nedîyar ku em vê veguhêzin çandiniyeke nûjen"

Serokê Navçeya Erxeniyê yê HÜDA PARê Uğur Uşar ku li ser mexduriyetên hatine jiyîn bi niştecihên taxê re hat cem hev, guh da gilî û gazincên cotkaran.

Uşar di daxuyaniya xwe ya li ser astengiya avê ya qanala nêzîkî 35 kîlometreyî de diyar kir ku kanala ku 14 sal in atil hatine hiştin divê di zûtirîn dem de bê temîrkirin. Uşar bang li rayedaran kir ku astengiya bi axê hatî çêkirin bê rakirin û ava kanalê bikeve xizmeta gel.

Uşar got: "Em niha li Taxa Bereketliyê ya ser bi navçeya me Erxeniyê ve ne. Wekî ku ji navê wê jî diyar e, em li ser axên bi ber berhemdar in. Navçeya me di dîrokê de yek ji wan cihan e ku cara yekem çandinî lê dest pê kiriye û hatî kirin. Di boy dîrokê de jî ev der wekî Mezopotamya hatine navkirin. Yanî axa me axeke pir bi ber e. Lê me ev berhemdarî nedîyar ku em veguhêzin çandiniyeke nûjen. Ji beşa jorîn a cihê ku em niha lê ne av tê û di beşa jêrîn de ev av birîne."

"Eger birîna avê ya di qanalê de bê rakirin dê nêzîkî 110 hezar hektar qad jê sûd werbigire"

Uşar bal kişand ser ku eger ava qanalê bide van 11 taxên gundewarî dê dahat zêde bibe û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Di sala 2012an de di çarçoveya projeya GAPê de di beşa jêrîn de nêzîkî 30 kîlometre kanala sereke û bi vê ve girêdayî kanalên biçûk hatine çêkirin. Ev ji bo armanca avdanê çêkirine lê ti carî nehatine bikaranîn. Kanala 30-35 kîlometreyî niha bêkêr rawestiyaye, li bendê ye. Ji ber vê yekê cotkar nikarin ji nîmeta vê avê sûd werbigirin. Eger dayîna vê avê berdewam bike, yanî eger birîna li vir bê rakirin, dê nêzîkî 11 taxên gundewarî û qada 110 hezar hektarî jê sûd werbigire. Di hin berheman de bi avdanê re dê berhem zêde bibe, di hin cihan de belkî berhema duyemîn bê bi dest xistin. Me bi cotkaran re axivî; wan gelek caran serî li rayedaran û DSÎyê dane, hevpeyvîn dane çapemeniyê lê ti tevger an guherîn çênebûye."

Uşar bang li meqamên rayedar kir û van ifadetan bi kar anî: "Em rayedaran dawet dikin ku di zûtirîn dem de vê qanala ku hatî çêkirin lê nayê bikaranîn tamîr bikin. Ji ber ku nehatiye bikaranîn nêzîkî 14-15 sal in hin cihên wê xera bûne. Divê ev ji nû ve bên çêkirin û temîrkirin. Piştî temîrkirinê, em rayedaran vedixwînin ser peywirê ku vê avê berdin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.