Ji sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê qetlîamekî nû: Bi dehan şehîd hene

Ji sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê qetlîamekî nû: Bi dehan şehîd hene

Artêşa îşxalê li Xezzeyê êrîşî Taxa er-Rîmalê kir, di encama êrîşê de herî kêm 50 Fîlîstînîyên Misilman şehîd bûn.

Rejîma terora sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve li dijî Xezzeyê qatlîam û qirkirinên xwe bê navber dewam dikin.

Îşxalkerên sîyonîst li bajarê Xezzeyê li Taxa Rîmalê li 2 avahiya êrîşên esmanî lidarxist.

Li gorî medyaya Filistînê ev êrîşa hovane ji komkujiyeke mezin re veguherî. Di encama bombebarandina rejîma îşxalker de herî kêm 50 Filistînî şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di bin enqazê de herî kêm 50 kesên din jî hene û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Sîyonîstên îşxalker bi van komkujî û qatlîaman qîma xwe neanî. Balafirên şer ên rejîma îşxalker êrîşên li ser herêmên rojhilatê Taxa El Şucaîye ya li rojhilatê bajarê Xezzeyê pêk anîn.

Balafirên şer ên îşxalkeran avahîyekî bombe kir û di encama bombe kirinê de gelek Fîlîstînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Hêva sor a Fîlîstînê ragihand ku balafirên şer ên aîdê îşxalkeran li nêzî qerargaha ambûlansa a Cîbaliyeyê avahiyek hedef girt û di qerargahê de xisareke maddî pêk hatin.

Di vê navberê de li Xan yûnisê li mektebekê bi wesaîtên bê mirov bombe hat avêtin, di encama avêtina bombeyê de gelek şehîd û birîndar hene.

Balafirên aîdê rejîma îşxalker li herêmên rojhilatê Xan Yûnisê bombe dike.

Digel rejîma îşxalker li Xezzeyê ji ber avahiyek li Kampa Nûseyratê bombe kir, di encama bombe kirinê de pîrekek şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn.

Ji 7ê Cotmehê vir ve êrîşên îşxalkeran li dijî Xezzeyê dest pê kirinê û şûnda hejmarê şehîdan derket 19 hezar û 700 kesan, hejmara birîndaran jî 52 hezarî derbas kirîye.

Ji 7 hezarî zêdetir jî Filistînî di bin enqazan de ne û ji wan xeber nayê stendin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.