Ji Sûriyê 4 Roket Ketin Hêla Ceylanpinarê

Ji Sûriyê 4 Roket Ketin Hêla Ceylanpinarê

Li Sûriyê şer dewam dike. Pevçûn tesîrî hêla Tirkiyê jî dike. Hat gotin ku, ji Sûriyê 4 roket ketine hêla Ceylanpinarê.

Li Sûriyê şer dewam dike. Pevçûn tesîrî hêla Tirkiyê jî dike. Hat gotin ku, ji Sûriyê 4 roket ketine hêla Ceylanpinarê. Ji wan yek teqiya. Li navçeyê bû sebebê panîkê.

Tê gotin ku li Serêkaniya Hasekiyê, pevçûn şedîd dibin. Ji van pevçûnan 4 roket li hêla Ceylanpinarê, li ber malekê ketin. Ji wan yek teqiya. Lê tiştek bi kesî nehat. Li devera hadîseyê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

Do jî li navçeyê, roketek li maleke din ketibû. Tê gotin ku ji ber van pevçûnan, li Ceylanpinarê xelk bi endîşe û panîk in. Millet bişev nikare derkeve derve, lê di malên xwe de jî di bin tirs û tatêlê de ne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.