Ji Tahranê bo welatên Îslamê banga Fîlîstînê hat kirin
Komîteye Fîlîstînê yê Yekîtîya Parlementoyên Welatên Îslamê li Tahrana Paytexta Îranê kombû.
Komîteye Fîlîstînê yê Yekîtîya Parlementoyên Welatên Îslamê û Trokyaya Yekîtîya Parlementoyên Welatên Îslamî di heman wextê de li Tahrana Paytexta Îranê kom bû.
Serokê Meclîsa Îranê Alî Larîcanîyê serokê heyamê ya Komîteye Fîlîstînê yê Yekîtîya Parlementoyên Welatên Îslamê di civînê de axavtinek kir û diyar kir welatên Îslamê di warê Fîlîstîn û Qudsê de divê helwesteke bi qerar û bi hêz nîşan bidin.
Larîcanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir Amerîka ji kaosa li herêmê sûdê werdigre û Qudsê wek paytexta îşxalkerên siyonîstan îlan dike û hewil seferata xwe veguhezînê Qudsê. Larîcanî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em nîşan bidin ku ev mesele ji meseleyeke ji rêze nîne û hêsan e. Hetta bi vê rêyê hewil didin di meseleya Fîlîstînê de bi paşve gavan bidin avêtin ku divê ji vê re musade neyê kirin.”
“Welatên Îslamê li gor potansîyela wan a ku heye dikarin li djiî Amerîka li berxwe bidin û divê li berxwe bidin”
Larîcanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir berteka ku welatên Îslamê nîşan dane di cî de ye lê ne bes e û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em îmkan û potansîyala welatên Îslamê li ber çavan bigrin derdikev holê ku welatên Îslamê dikarin tiştine zêdetir bikin. Dikarin ji hêla çavkanîyên însanî, enerjî û ji hêla potansîyela ewlehî û eskerî ve dikarin li dijî Amerîka li ber xwe bidin.”
“Ev qerara ku hatiye dayîn dê bibe sedema gelek netîceyên ciddî”
Serokê meclîsa Iraqê Cebûrî jî di civîna ku hat tertîpkirin de gotinên Trump a berîya hilbijartinan di bîran xist û dû re wiha got: “ Trump di pêvajoya hilbijartinan de digot ku ew ê seferata Amerîka ji Telavîvê veguhezînin Qudsê, niha hewil didin vê yekê bikin, lê belê ev qerara ku hatiye dayîn dê bibe sedema gelek netîceyên ciddî.”
Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Parlamentoyên Welatên Îslamî Prof. Dr. Mahmud Erol Kiliç jî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir qerara Amerîka li hember cîhana Îslamê heqaret e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.