Ji Temsîlkarîya Hewlêr yê HUDA PARê re zîyareta şînê

Ji Temsîlkarîya Hewlêr yê HUDA PARê re zîyareta şînê

Rayedarên Teyyarûl Hîkmetul Wetenî û Komeleya Mîhrabê Şehîd-î ji bona ku ji ber erdheja li Tirkîyê şîna xwe bişînin Temsîlkarê Hewlêr yê HUDA PARê Abdussamed Yalçin zîyaret kirin.

Mesulê Kurdistanê yê Teyyarûl Hîkmetul Wetenî Sabah Salîhî yê ku navenda wê li Bexdayê ye, Temsîlkarê Komeleya Mîhrabê Şehîd-î Umît Omer û midurê Firat TV Asta Ala et-Taî, Temsîlkarîya Hewlêr yê HUDA PARê zîyaret kirin.

Mêvanên ku ji teref Temsîlkarê Hewlêr yê HUDA PARê Abdussamed Yalçin ve hatin pêşwazîkirin, ji bo kesên ku di encama erdheja Mereş û Hetayê de canê xwe ji dest dane him ji camîaya HUDA PARê him jî ji xelkê Tirkîyeyê re şîna xwe şîyandin.

Sabah Salîhîyê ku di zîyaretê de axivî, got ku ew camîaya HUDA PARê û xelkê Tirkîyeyê wek bira dibînin.

Salîhîyê ku di axavtina xwe de bal kişand ku di navbera xelkê Iraq û Tirkîyeyê de girêyên biratîyê hene û ew girê jî biqewet e weha axavtina xwe domand, “Êşa we êşa me ye. Em ji bo kesên ku rehmet kirine ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji birîndaran û mexdurên dinê re jî daxwazîya vebûna derîyên xêrê dikin. Em daxwaz dikin ku çûn û hatinên di navera HUDA PAR û Tevgera Hîkmetê de heye bidome û girêyên biqewet bên avêtin.”

Temsîlkarê Hewlêr yê HUDA PARê Abdussamed Yalçinê ku ew jî ji ber zîyareta wan sipasîyên xwe pêşkêş kir ji bo kesên ku rehmet kirine ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo eqrebeyên wan daxwazîya sebrê û ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn kir.

Yalçin, bibîr anît ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û rayedarên partîyê jî ji roja ‘ewil yê erdhejê li herêmê xebatan dikin û ji bona ku van birînan bên dermankirin ew ê di nav piştgirîyê de xebatên xwe bidomînin.

Yalçin di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku piştî erdhejê Hikumeta Navend yê Iraqê û Bireveberîya Herêma Kurdistanê jî, mînaka piştgirîyeke mezin nîşan dan û ji xelkê Tirkîyeyê re alîkarîyê şîyandin, ew bal kişand ku ev alîkarîyan xelkê welatan ji hev re nêztir kirîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.